Di encama topbarana artêşa Tirk de, ya li nêzîkî gundê Xelîfan ê herêma Bradostê agir bi daristanê ket û ziyanek mezin gihişte bax û baxçeyên gundiyan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Êrîş û bomberdûmanên balafir û topxaneyên dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêma Başûrê Kurdistanê bi dawî nabin. Di encama bomberdûmana topxaneyên artêşa Tirk de, ên li ser sînor agir bi daristan, bax û baxçeyên welatiyên gundên Xelîfan û derdorî wê ketine.