Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di çalakiyên wan ên sabotajê yên li herêma Efrînê de 4 çete hatine kuştin û 2 çete jî bi giranî birîndar bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê daxuyaniyek da. HRE’ê diyar kir ku di çalakiyên wan ên sabotajê yên dawîn de bi giştî 4 çete hatine kuştin, her wiha 2 çete jî bi giranî birîndar bûne.
Berfirehiya daxuyaniya HRE’yê wiha ye:
“Şervanên me çalakiyên xwe li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li Efrînê û herêmên derdora wê bi cih bûne, didomînin. Di vê çarçoveyê de;
1. Di dîroka 27’ê Sibatê de şervanên me li ser rêya di navbera gundê Sînka û navçeya Şera de li dijî kombûneke çeteyên bi navê Sultan Murad çalakiya sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên bi navên Mustafa Ebu Eyhem û Usama Çelo bi giranî birîndar bûn.
2. Di 28’ê Sibatê de şervanên me li dijî baregeheke koma çete ya bi navê Firqa Tes’a li navçeya Raco çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin.
3. Di 28’ê Sibatê de şervanên me li dijî seyareyeke leşkerî ku endamên koma çete ya bi navê Ehrar El-Şam tê de bûn, li ser rêya gundê Tîlal El Inib ya girêdayî herêma Babê çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de seyare hat rûxandin û 3 çete hatin kuştin.”