Li gorî agahiyên çavkaniyek ewledar hatiye girtin, 18 Çile 2019’an de li Şirnexê bi beşdariya nûnerên hemû saziyê Dewleta Tirk ya faşîst civînek pêk hatiye. Di civînê de ji bo zordestiyê malbata bikin malbat bi razokên xwe re bikevin têkiliyê û îkna bikin ku vegerin yekîniyek taybet bi 40 kesî pêk tê hatiye ava kirin.
ŞIRNEX – Pergala faşist a TC/AKP-MHP’ê bi KDP’yê ve li Şirnexê ji bo malbatên ku zarokên wan di nav refê PKK’ê de ne bidin revandin metodê şerê taybet xistine dewreyê. Li Şirnexê di civîna ku nûnerê hemû saziyên fermî beşdarbûne yekîniyek taybet hatiye ava kirin e û hat hînbûn ku bi wê yekîniyê ve zordestî li ser 50 malbatê diyar kirî hatiye kirin.
Hêzên şerê taybet yê girêdayî pergala faşîst a TC/AKP-MHP’ê li Şirnex, Cizîr, Silopiyê di dema berxwedanê xweparastinê de bi doçka, balafirşikên, çekê A6, roket û bombeyan ve ji hewa û erdê êrîşa ve zarokek 35 rojî bigire heya dayika 7 zarokî bi sedan sîvîl an bi qurşûna kuştin an jî di bodruma de şewitandin qetil kirin. Niha jî li hember malbatê nasê wan di refê PKK’ê de ne planek nû kirine dewreyê. Li gorî agahiyên çavkaniyek ewledar hatiye girtin, 18 Çile 2019’an de li Şirnexê bi beşdariya nûnerên hemû saziyê Dewleta Tirk ya faşîst civînek pêk hatiye.
Di civînê de ji bo zordestiyê malbata bikin malbat bi razokên xwe re bikevin têkiliyê û îkna bikin ku vegerin yekîniyek taybet bi 40 kesî pêk tê hatiye ava kirin.
Ger xwerexnekirinê nebe wê zorê bikarbînin!
Li gorî agahiyê çavkaniyê ewle ragihand, wê bi malbatê welatparêz re bikevin têkiliyê, têkiliya wan bi zarokê wan re bidin çêkirin û ji bo tevgera azadiyê biqetînin çi piştgirî hewce bike yê were dayîn, yê ku bizivirin tu zirarê nabînin, ji ber ku dema berxwedanê li gel wan nebûn û alikarî nedane wan wê xwerexnekirî nêzik bin lê ku îkna nebin wê demê zext û zorê bikarbînin.
KDP piştgiriyê dide vê planê!
Di çarçoveya civînê de di serî de li ser nêzî 50 malbatê zordestî kirin e, ji bo zarokên xwe di nav PKK’ê re bi hêsanî bikevin têkiliyê bi encama hevdîtina KDP’ê re hat hînbûn ku malbat li Zaxo, Duhok û Hewlêrê hatine bi cîh kirin. Di çarçoveya vê plana ku KDP jî têde ye, MÎT û Parastinê yekîniyek taybet bi 40 kesî ava kirin e û bi koordîne dixebitin, hat ragihand ku ji bo malbat bi nasên xwe re bikevin temasê wê zordestiyê pêk bînin.
Di nav agahiyê hat dayîn de hat gotin ku ji bo malbat zarokên xwe yê di nav refê PKK’ê de birevînin dibêjin emê pere bidine we û bi vî awayî hewl didin ku malbata bixapînin.