Piştî ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a di saetên şevê de li gundê Boxazê ya girêdayî bajarokê Hecîn ê Dêra Zorê dan destpêkirin û şûnde, şerekî dijwar li herêmê rû dide.
NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a di saetên şevê de li gundê Boxazê ya girêdayî bajarokê Hecîn ê Dêra Zorê dan destpêkirin û şûnde, şerekî dijwar li herêmê rû dide.
Hêzên QSD’ê saet 18:00’an dest bi operasyona dawîkirina DAÎŞ’ê ya li Boxazê kirin.
Hêzên QSD’ê 9’ê Sibatê li Boxazê dest bi operasyona rizgarkirina sivîlan kiribû. Ji wê dîrok heta niha bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin û DAŞÎ’yên ku xwestin xwe radest bikin jî hatin derxistin.
Li ser mijarê yek ji Fermandarê QSD’ê Ednan Efrîn li ser mijarê axîvî û got: “1’ê Adarê li gund ti sivîl neman e, li ser radestnebûna çeteyên DAÎŞ’ê yên mayîn şervanên me saet 18:00’an û şûnde dest bi operasyona dawîkirina çeteyan kirin.”
Bi destpêkirina operasyonê ya li herêmê re, bi bikaranîna çekên giran re şerekî dijwar diqewime.