NAVENDA NÛÇEYAN
Bêgûman peyv, têgeh wekî axaftin, nivîsandinê, ji pêwîstiya sazkirina ragihandinê diwelidin. Mirovahiyê bi dengên ewil belkî jî wekî dengên bêwate û nûrînî qonax bi qonax heta roja me bi dengan ragihandinî saz kirine. Di her dema ku pêşveçûyî de ji bo her maddeyî re, ji her hebûnê re, ji her têgehê re, maddî-menewî û hwd. ji her tiştê ku li hebûna wî tê gihîştin re navek hatiye danîn, ew tişt bi wî navî re yekpare bûye. Bi vî awayî bi demê re têgeha ziman derketiye holê. Zimanê ku wekî amûra ragihandinê tê bikaranîn di hemû civakan de cudahiyan nîşan dabe jî her civakê di çarçova zimanê ku bi kar tînin hev fahm kirine, hest û ramanên hevpar bi têgehên hevpar îfade kirine. Wateya têgehan ya di nav civakê de naveroka wan temsîl dike. Elbet li gor şêweya jiyanê, çand û adetên civakan di wateya ku peyv û têgeh li xwe bar dikin cudahî pêk hatine, di bilêvkirina peyvan de ciyawazî pêk hatine. Lê belê hin têgeh hene ku bilêvkirina wan, jêdera peyvê û hwd. cuda bin jî ya ku pênase dikin heman rewş an jî hevşib in. Bi demê re di naveroka wan de ciyawazî hebin jî heman bibîrxistinan li cihana mirovahiyê ya hevpar ya fikir û wateyî dikin. Têgeha Çandê ji van têgehan yek e ku vê cîhana hevpar ya fikir û wateyî ew derxistiye holê. Em bixwazin ku têgeha Çandê li gor jêdera wê pênase bikin gengaz e ku em mecbûr bimînin ku gelek pênaseyan bînin. Bi rastî jî di peyvan de di derbarê têgeha çandê de bi sedan pênase hene û hîna jî pênaseyên nû têne nîqaşkirin. Dibe ku nerîna li etîmolojiya wê bikêrhatî be. Peyva çandê bi zimanê Latînî ji Cultura’yê tê. Cultura, ji Colere ku tê wateya ava kirin, xebitîn, nexş kirin, nerînê hatiye dariştin. Bo mînak Romayiyan ji bo “xebitîna merayê” “agri cultura” gotine. Di zimanê Erebî de ji bo peyva ku tê wateya çandê peyva “hars” tê bikaranîn. Hars di Erebî de tê wateya “ajotina zevî”. Dema li jêdera wê tê nerîn yekser bi ber çavê mirov dikeve ku peyv bi çandiniyê re têkîldar e. Di zimanê me ku Kurdî ye de, têgeha çandê beramberî “çand” tê. Ji bo kirina cotkari (çandini) yê jî têgeha “çandinî” tê bikaranîn. Di zimanê Tirkiya roja me de jî peyva Saziya Zimanê Tirkî wekî alternatîfa têgeha çandê dariştiye jî wekî “ekin” an jî “ekinç” derbas dibe. Nexwe ziman têvel bin jî, bilêkirin ciyawazî nişan bidin jî, peyva çandê di hemû civakan de wekî naverok beramberî axê, çandiniyê tê. Yanî beramberî hilberînê, yanî beramberî civakê tê. Ji ber vê sedemê jî naverok ji ber ku beramber tê civakî ye, xwemalê hemû mirovahiyê ye. Hinek çandê wekî her tiştê ku mirov ji xwe li xwezayê zêde kiriye, hinek wekî her tiştê ku mirov ew afirandiye pênase dikin û hin kes jî dibêjin mîrasa civakê ye. Bi tevlî ku hemû pênase ne xelet in jî hin pênase kêm dimînin. Serokatiya me jî di pênasekirina çandê de bi bêtir berfirehgirtina naveroka wê ji aloziyên têgehî re cih nehiştî ye. Serokatiya me çandê wekî “Tevayiya hemû binyadgerîtiyan û wateyiyan ku mirovan ew ji rabirdûyê heta roja me afirandine” pênase dike. Ev pênase hemû diyardeyên maddî-manevî, şênber-razber ku mirovahiyê ew derxistine holê digre nav xwe.
Pêwêndiya çandê ya bi civakê re di van mînakên ku me dane de bênîqaş in. Baş e, madem çand ji civakekê ber bi civakekê bi veguhêzî pêş dikeve û belav dibe, yanî madem çand mîrasa civakan ya hevpar e û bi cotkariyê re yanî bi hilberînê re pêwendîdar e, çawa dibe ku berxwarin ku rewşeke wekî tam dijberî hilberînê tê pênasekirin, dikare wekî çand were pênasekirin? Ev rewş bi berevajîkirina kapîtalîzmê ya hemû rastiyan re ji nêz ve têkîldar e. kapîtalîzm ji bo xwe serdest bike tu nirx nemaye ku pê nelîstiye. Kapîtalîzmê, sîstema xwe li ser ji holê rakirina civakîbûnê, çandê saz kiriye. Ji bo ku îktidara xwe biparêze mecbûre ku bi heta rûknê herî biçûk yê civakê parçe bike. Ji ber vê yekê herî zêde ji vî aliyî ve êrîş dike. Lewra heta ku civakîbûna ku heye neyê hilweşandin, sîstemeke dijber a nû nikare were sazkirin. Bi awayê nîşandana her tiştê xwemalê civakê paşverû û kevneperest e, xwe nûjen û azad dide nîşandan. Bi vî awayî civakîbûn, komunalîte ji holê hatiye rakirin, ferd derketiye pêş. Ji ber vê yekê çanda civakê hemûyî jî yanî ehlaqê wê, polîtîkaya wê, siyaseta wê, awayê jiyana wê, armanç digre. Bi vî halê xwe kapîtalîzm wekî ku serokatiya me balê dikişîne ser bi temamî dijberiyeke civak û çandê ye. Ne pêkan e ku li cihê kapîtalîzm hebe ji civakê, hêmanên çandê were behs kirin. Lewra hebûna wê li ser dijberiya van diyardeyan e. Lê belê dê bikaranîna ferdperestî, berxwarinî, nijdevaniya kedê, bêesl kirinê, bêçandîtiyê û hwd. û hwd li kêleka hev ne xelet be. Bikaranîna civak û çanda ku kapîtalîzm dixwaze geş bike wekî çand-civaka kapîtalîst jî bi temamî îdeolojîk e. Bi tevlî ku rastiya hebûna kapîtalîzmê dijberiya hebûna civakê ye, pênaseyên derbarê çanda kapîtalîst rastiyê nateyîsînin. Lê tê xebitîn ku bi beralîkirinê birbirî bêne pejirandin. Bêgûman kapîtalîzim jî aargumanên ku dê bi kar bîne bi zanebûnî hildibijêre. Kapîtalîzim dixwaze ferdê ku ji civakê qetandiye bi xwedakirina wî, wî bide bawerkirin ku tu tiştekî ji wî girîngtir û bihêztir tune ye. Çanda ferdan derdixe pêş. Heçkû civaka ferdan çênabe, lewra ferd bi tena serê xwe nikare bibe civak. Lewma çanda ferdan jî çênabe. Êdî jî pêve teqlîda mirov, muswedeya wî dimîne. Bi pêşketina endustriyalîzm re her tiştê derbarê mirovî, civakê, çandê, hunerê û siyasetê pêrgî tevkujiyê maye û gengazê halê firotinê bûye. Endustriyalîzmê bi makîneyan tenê cihê hêza mirovî negirtiye. Kesên ku wan makîneyan ji bo mêtinkariya kedê bi kar anîn, bi demê re ew makîn ji bo birêvebirina mêjî, ruh û hestên mirovan jî bi kar anîn.
Dijberîtiya civakî ya kapîtalîzimê bi taybetî bi endustriyalîzimê re bi şêweya dijberiya çandî şênber dibe. Hema bêje tamamê hêmanên maddî û manewî yên çandê bi rêya endustriya çandî têne bikaranîn. Bi rêya şerê taybet hemû çavkaniyên îdeolojîk, navendên şer ên psîkolojîk, bi çalak bikaranînacîhana sanal birnirî têne beralîkirin, birêvebirin. Hemû tiştên ku em dibêjin qey bijartina me di eslê xwe bi rêya van navendên psîkolojîk bi awayê ku em jî lê ne varqilin li me têne ferzkirin. Ferdên ku bi reklam û ecibandinan heta zewqên wan jî nehatine beraalîkirin hema bêje nemane. Li derveyî hêmanên maddî, hêmanên manevî jî bi maddîkirinî li bazarê têne pêşkêş kirin. Her tiştê ku dikare were aqil di kapîtalîzimê de hatine rewşa dikare were sitendin û were firotinê. Ked bi bûyina û mijara serek ya kirîn-firotinê bi mebesta karkirina berdewamî mêtingehkariya berhemên zêdek ên komkirî, her hêmanên maddî, hes kirin, raman, tecrûbe, qabiliyet, bawerî û hemû pîroziyên mirov jî bi sermiyankirinî pêşkêşî firotinê têne kirin. tew îja ev ferd jin jî be bi ser vana de hemû parçeyên bedena wê jî vediguherin her cure keresteyên reklam û firotinê. Û ev hemû tiştên ku têne kirîn-firotin di asta şêtîtiyê de dest diguherin. Bazara kapîtalîst bi lêfikirîna hemû kitekîtan gelek tiştên ku dê ferd pêwîstî pê bibînin an jî qet pêwîstî pê nebînin li gor taybetî bikaranîna bi carekê tenê li gorî ferd bazarî dike. Berhema ku tê xwestin bi pîvana ku tê xwestin, tê hilberanîn, di dema ku tê xwestin de pêşkêşî bazarê tê kirin, di dema ku tê xwestin de ji bazarê tê kişandin. Heta wisa ku pir caran ji bo zêdekirina reqabetê li bazaran gelek berhem têne avêtin çopê. Modeleke cihanê ya ku tu çiqasî dikarî bixeritînî ewqasî bixeritîne hatiye avakirin. Berxwarin-xeritandin ewqasî zêde bûye ku hew maye cîhan bi saya avêtiyên ku ji holê nayên rakirin, nayên degerandin veguhere çopeke qerase. Ji têgihştina ku tayê por jî tê de dikare were kirîn-firotin re dikare were gotin çand? Ev hilberîna bi tu awayî tetmîn nabe û li aliyê din berxwarina bêsînor, aboriyê, ekolojiyê, beden û ruhê mirovî ber bi nemayînê ve dibe. Hemû nirxên maddî û manewî bi zêdeyî têne xeritandin. Hema bêje şêtaniya berxwarinê tê jiyîn. Ji bo şahiyê berxwarinî, ji bo zewqê berxwarinî, ji bo hezê berxwarinî, ji bo hêsabûna psîkolojîk berxwarinî, ji bo xwe îspatkirinê berxwarinî, ji bo heta mirinê xwarinê berxwarinî, ji bo gişandina zêdeyiya hilberînên ji bazarê berxwarinî, ji bo ku nikare hilberînê bike berxwarinî, tenê ji bo berxwariniyê berxwarinî… Hilberînê sermaye kapîtalîst, saziyên endustriyel dikin, lê berxwarinî ji aliyê civakê ve tê kirin. Civak bi temamî ji çalakiya hilberînê dûr ketiye, hew ketiye pozisyona berxwariniyê. Civak ketiye rewşeke wisa ku nikare wateyiyên xwe, hêmanên çanda manewî jî hilberîne, ji derve bazar dike û dixeritîne. Heçku ya ku çand jî civakîbûn jî ava kiriye çalakiya mirovî ya hilberîner e, afirandin e. Ya ku em jê re dibêjin civak ne organîzasyokneke ji komikên mirovan yên bi ketoberî hatine cem hevin. Bi hişmendiyeke herî bilind û nirxên hevpar yana mîrasa hevpar hatiye avakirin.
Çandeke mirovî ya bi hezar salan e berdewam dike heye. Jiyana azad çandek e, ciyawaziyên civakan çandek e, ehlaq, polîtîka, huner, bawerî, adet, siyaset, hilberîn yeko yeko çandek in. Lê belê berxwarinî tu carî ne çandek e. Hew berxwarinî di tu serdemekê de nebûye taybetiyeke çandê. Yanî hilberîner e. Hilberîn derxistina vebûyinê ye. Çawa ku çand nayê xeritandin, xeritandin jî nikare bibe çand. Eynî wekî çawa kapîtalîzim dijberê civakêye lê belê dixwaze ku xwe bike rengdêre civakê lê dê nikaribe bibe, bi vî rengî çanda kapîtalîzimê ji nikare çêbibe. Bibe bibe dê bêçandîtiya kapîtalîst bibe. Bi vî halê wê em ji dêvla bibêjin çanda berxwarinê, em bibêjin bêçandîtiya berxwariniyê dê guncantir bibe. Ji ber vê yekê divê çanda berxwariniyê ku çanda kapîtalîst û kapîtalîzmê pêş xistiye neyê qebûlkirin. Divê em li dijî çanda kapîtalîst, çanda berxwarinê, çanada sanal, çanda arabesk, çanda populer û hwd ku ji bo menfieta komên ciyawaz dixwazin di mêjiyê me de bicîh bikin têkoşînê bikin. Li hemberî van êrîşên îdeolojîk divê çanda dîrokî-civakî, nirxên hevpar ên civakan werin parastin, neyên xeritandin, veguhêzin nifşên pêş. Ji pirsiyariyên me yên li vê cîhanê jek jî ev e. Azadiya heqiqî, demokrasî, wekhevî, dad, ehlaq û polîtîka hemû di nav vê mîrasa hevpar de mewcûd in. Kapîtalîzm nîv hezar sale ku bi berdewamî dixeritîne. Li hemberî vê xeritandinê dema serî hildanê ji zû ve hatiye, derbas dibe.