Çeteyên dagirker li Efrînê 30 ciwan ji taxê revandin û pere û telefonên wan ên destan desteser kirin, paşê ew birin cihekî ne diyar.
EFRÎN- Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker sûcên xwe yên li dijî sivîlên kanton Efrînê ku ji beriya salekî ve dagirkirine, didomînin.
Çavkaniyekî herêmê diyar kir ku çeteyên Firqet El-Hemzaet beriya duh rojan girtin ser malên li taxa Zeydiyê ya bajarê Efrînê û bendên kontrolê danîn da ku nehêlin şênî ji taxê derkevin.
Heman çavkaniyê diyar kir ku çeteyan 30 ciwan ji taxê revandin û pere û telefonên wan ên destan desteser kirin, paşê ew birin cihekî ne diyar.
Çavkaniyekî din jî destnîşan kir ku çeteyên dagirkeriya Tirkiyê milkên bijîjîk, endizyar, dermanfiroş û parêzerên ku ji Efrînê derketin desteser kirin.
Tê bibîrxistin ku beriya çend rojan dîmenek li ser malparên civakî hatibû belavkirin û tê de çeteyan jinekê li pêşberî her kesî li Qada Azadî ya bajarê Efrînê qetil kir.
Hêjayî destnîşankirinê ye ku dagirkeriya Tirk ji bilî desteserkirina hilberînên zeytûnan ya 2018`an ku bi 130 dolar Amerîkî dihat texmînkirin, zêdetirî 350 hezar sivîl ji Efrînê da koçberkirin û zirarên derdora 130 milyon Euro gihand milkên sivîlan. Li gorî serjimariyan hejmara kesên ku li Efrînê hatine revandin heya niha 3 hezar e û çaranûsa piraniya wan ne diyar e.