NAVENDA NÛÇEYAN
Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem a bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven her diçe berbelav dibe, berdewam dike. Berbelavbûna xwepêşandan û protestoyan, zêdebûna piştgîriya bi berxwedana grevên birçîbûnê nîşan didin. Her wiha tundiya dewleta qirker û faşîst a li hemberî çalakgerên greva birçîbûnê û kesên piştgîriyê didin wan jî, her diçe bi dijwarî zêdetir dibe. Fişar, sirgûn, qedexekirin û kêmkirina mafan ên li ser çalakgerên greva birçîbûnê yên li zindanan, di heman demê de êrîşên li hemberî kes, sazî û derdorên şoreşger, demokrat, mirovperwer û hwd. nîşaneya vê ne.
Her çiqas faşîzma AKP-MHP’ê bi rê û rêbazên cuda hewl dide berxwedana grevên birçîbûnê nekeve rojeva gel jî, lê belê bi ser nakeve. Hêzên azadî û demokrasiyê ligel hemû astengkirin, fişar û qedexekirinan, berxwedana grevên birçîbûnê dikin rojeva gel.
Wisa xuya dibe ku berxwedana grevê birçîbûnê yên di meha çaran de ne dê bandora xwe hîn zêdetir bikin. Xwepêşandanên girseyî yên li bajarên Ewropayê yên êdî bi berdewamî tên kirin; li qada navneteweyî kes, kom, partî, tevger û hwd. ên sosyalîst, demokratîk û mirovperwer ên berxwedana grevên birçîbûnê destek dikin; xwepêşandanên li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tên û bi daxuyaniya girtiyên PKK û PAJK’î ya beşdariya berxwedana grevên birçîbûnê ya li zindanan a di 1’ê adarê de nîşeneyên bihêzbûna vê yekê ne.
Bêguman, ev hemû tiştên tên jiyîn, ji bo serkeftina berxwedana gervên birçîbûnê têr nakin. Bi xwedîderketina gel a berxwedana grevên birçîbûnê, dewlemendkirina berxwedanê ya bi çalakiyên cur bi cur û bi tevgerkirina gel a bi berdewamî ev pêkan e. Rastiya berxwedana ku faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze asteng bike jî ev e. Mirov bala xwe bidê, ji bo gel dernekeve kolan û qadan hemû hêza xwe bi kar tîne û vê wek amûreke şerê psîkolojîk bi kar tîne. Heta hewl dide ku gel dernekeve ber deriyê xwe û baxçeyê xwe. Rewşeke wisa afirandiye, dixwaze bertek û dengê protestoyan bi xwepêşandanên komên biçûk, di cihên girtî de bi sînor bike.
Li vê derê divê tişta bê dîtin û encam jê bê derxistin ev e; divê gel li berxwedana grevên birçîbûnê xwedî derkeve û ev berxwedan bibe tevgereke civakî ya bi berdewamî û bi rê û rêbazên cuda were dewlemendkirin. Pêkanbûna vê yekê gelek caran hatiye peyitandin. Di hilbijartina giştî ya 2011’an de bertekên li qadan ên li hemberî redkirina namzetiya hin parlameteran, dîsa li hemberî qedexekirina Newroza Amedê ya heman salê, hin mînakên vê yekê ne. Li hemberderkitina civakî ya di Newroza 2011’an û hilbijartina giştî de, ji ber di dîrokeke nêz de pêk hatin hîn jî di bîra mirovan de ne û mînakên wisa ne ku divê mirov ders ji wan derxîne.
Wê demê jî dîsa faşîzma AKP’ê xwestibû pêşwazîkirina Newroza Amadê ya 2011’an asteng bike. Lê gel ev astengî nas nekir. 21’ê Adarê roja Newrozê gel astengiyên dewletê derbas kir, bend hilweşand û qada Newrozê tijî kir. Gel wê rojê Newrozê bi wateya wê ya rasteqîn û li gorî ruhê dîrokî ji her demê zêdetir di asteke bilind de pêşwazî û pîroz kir. Dîsa bi heman awayî li hemberî redkirina hin namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê bertekên gel ên li kolan û qadan, kirin ku dewlet paşde gav biavêje. Di salên derbasbûyî de civaka Kurdistanê li hemberî faşîzma AKP’ê li ber xwe dabû û ew bi paş ve xistibû. Di sala 2007’an de piştî aşkerabûna jehrîkina Rêber Apo, gel xwe li ber Rêber Apo kir bend.
Wê serdemê faşîzma AKP’ê, li hemberî gelê Kurdistanê û hêzên azadî û demokrasiyê bi awayekî bê ser û ber şerekî qirêj dimeşand. Lê belê bi ser neket. Ji ber vê jî, vê demê derfetên têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê gelek in. Heta dikare bê gotin ku destkeftî niha zêdetir in. Mewziyên di dest de, hîn jî li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê tên parastin. Gerîla bi taktîkên xwe yên nû berxwedanê gihandiye asteke pêşdetir. Şoreşa Rojava tenê ne ji bo gelê Kurdisatanê, ji bo hemû mirovahiyê bûye çavkaniya îlhamê. Faşîzma AKP-MHP’ê dema xwe ya herî bêçare û bêhêz dijî. Zext, zorî, fişar û hîleyên wan gelek zêde bûne û hatine wê astê ku êdî li gorî zagon û rêzikên xwe jî tevnagerin. Ev rastî bêçarebûna wan nîşan dide.
Di meha çaremîn a berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven divê ev rastî bê dîtin. Divê ev rastî, ji pêvajoya hilbijartinên rêveberiyên herêmî cuda neyê fikirandin. Ger kesên wiha difikirin hebin, divê dizanibin ku di şaşitiyeke mezin de ne.
Li gorî ‘Plana rûxandinê’ ya di îlona 2014’an de sîmulasyona wê hat kirin, hedefa yekemîn Rêber Apo bû. Kiryara ‘Tecrîda teqez’ a di vê çarçoveyê de pêngava yekemîn bû ku hat avêtin. Tayînkirina qeyûman a faşîzma AKP-MHP’ê ya şaredariyên li Kurdistanê jî kiryareke ku di çarçoveya vê planê de hat avêtin bû. Ji ber vê ye ku yek daxwaza bingehîn bidawîkirina ‘Tecrîda teqez’ a li ser Rêber Apo ya berxwedana grevên birçîbûnê ye. Ev berxwedan jî ji bidawîkirina dagirkeriya faşîzma AKP-MHP’ê ya di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adarê de ne cudartir e. Heta her du, hevdu temam dikin.
Divê li gorî vê rastiyê nêzî berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a dikeve meha xwe ya pêncan û hilbijartinên rêvebriyên herêmî yên 31’ê adarê bibin. Divê şêwaza tevgerandinê li gorî vê were diyarkirin û têkoşîna heta niha bi berpirsiyariyên mezin hatiye pêşxistin bi rêbazên dewlemend bê bihêzkirin. Li pêşiya me, ji bilî vê jî tu rê tune ye.
Çavkanî: e-rojname