Balafirên şer ên artêşa dagirker ya Tirk bombe li herêmên Metîna û Zê barandin. HPG diyar kir ku, di bomberdûmanê de zerar negihişt hêzên gerîla.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên hewayî yên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de HPG ev agahî dan raya giştî, “Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, 1’ê Adarê saet 18:20’î Girê Golka yê herêma Metîna, 2’ê Adarê saet 10:00 qadên Şikefta Birîndaran û Saca yên herêma Zê yên ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me.”