Li Amedê 5 endamên HDP’ê yên dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin hatin binçav kirin. Polîsan bi boneya çalakiya greva birçîbûnê ya li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê bi ser avahiyê de girt.
AMED – Polîsan di serdegirtina avahiya HDP’a Amedê de 5 endamên HDP’ê yên dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin binçav kirin. Parlamenter Dersim Dag dê li HDP’ê û 5 HDP’iyî jî di binçavan de çalakiya xwe dewam bikin.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi civînek çapemeniyê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Polîsan bi boneya çalakiya greva birçîbûnê ya li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê bi ser avahiyê de girt. Bi sedan polîs bi dehan maşîneyên zirxî ewilî avahiya HDP’ê dorpêç kirin û pişt re ketin hundir. Tevî hemû destûrnedayîna rêveberên HDP’ê jî polîs ketin avahiyê û derketin qata jor a Salona Konferansê ya Vedat Aydin. Polîsan li vir rêveberên HDP’ê û rojnamegeran di kontrola nasnameyê de derbas kirin.
Polîsan nehişt xebatkarê çapemeniya HDP’ê Vedat Dag kişandinê bike û destûr nedanê derkeve qata Salona Konferansê.
Süresiz dönüşümsüz açlık grevindeki arkadaşlarımız ters kelepçe yapılarak göz altına alındı.#TecritKalksınLeylaYaşasın pic.twitter.com/FtKLGuAi68
— Dersim Dağ (@DersimDag21) 3 Mart 2019
BI MERTALAN KETIN HUNDIR Û 5 ÇALAKGER BINÇAV KIRIN
Polîs bi mertalên xwe ketin salonê û li vir lêgerîn pêk anîn. Polîsan dest danî ser pankartên kurdî û tirkî yên li dijî tecrîdê nivîs li ser bûn. Polîsan kişandina dîmenan a rêveberên HDP’ê asteng kir. Piştî lêgerînê endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer hatin binçavkirin. Sevîcan Yaşar dema hat binçavkirin ji aliyê polîsan ve hat derbkirin.
GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEWAM DIKE
5 endamên HDP’e ku hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Hat zanîn ku parlamenter Dersim Dag li avahiya HDP’ê û 5 endamên HDP’ê jî dê di binçavan de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam bikin.