Endamên Ciwanên Şoreşger û endamên JXK li ber cihê tûrîstik ye barûya Eyfelê li navenda Parîsê hemberî tecrîda girankiri ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo balkişandina ser grevên birçîbûnê çalakî pêk anî.
PARÎS – Li navenda Parîsê qada Trocadéro endamên Ciwanên Şoreşger û endamên JXK hemberî tecrîda girankiri ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo balkişandina ser grevên birçîbûnê çalakî pêk anî.
Ciwanan li ber cihê tûrîstik ye barûya Eyfelê bi şanoyekê bal kişand ser berxwedanên grevên birçîbûnê û tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kirin. Di şanoyê de ciwanan mask tibî girtin ser ruyê xwe û bal kişand ser xeteriyên ku li pêşiya grevên birçîbûnê hene. Di şanoyê de ciwanan belavok bi zimanê fransî xwendin û belavkirin.
Bi slogana ‘Liberté Ocalan’ ciwanan çalakiya xwe bi dawî kir.