Jinên Ciwan li Amedê hatin gel hev li ser tecrîda Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nîqaş meşandin.
AMED – Jinên Ciwan ên Amedê bi temaşekirina fîlmekî li ser polîtîkayên dewletê ya li ser jinê û qetlîama jin, destdirêjî, tacîza li ser jinê nîqaş meşandin.
Jinên Ciwanên ku li buroya hilbijartinê ya HDP ya Yenîşehîrê hatin gel hev fîlmek temaşe kirin. Piştê temaşekirina fîlmê him li ser mijarên jinê, him jî li ser tecrîda Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nîqaş meşandin.