Gelê Kurd û Ciwanên Kurd li ser tora civakî hashtag a #AmedsporHalktır dan destpêkirin û dîmenên faşîst ên li dijî futbolvanên Kurd û Amedspor teşhîr kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Duh li ser medyaya havuzê û tora civakî de nûçe û dîmenên qaşo ku futbolvanê Amedspor Mansur Çalar li dijî futbolvanên Sakaryasporê ku gelek caran êrîşên tima Kurdan kiriye, êrîş kiriye hat weşandan. Li ser vê direwê li ser tora civakî de wek Amed spor were girtin kampanyayekî faşîzane dan destpêkirin û êrîşên xwe yên li dijî tîmên Kurdan domandin.
Li ser vê gelê Kurd û Ciwanên Kurd li ser tora civakî hashtag a #AmedsporHalktır dan destpêkirin û dîmenên faşîst ên li dijî futbolvanên Kurd û Amedspor teşhîr kirin. Derket holê ku di musabakaya dawî ya ku di navbera Amedspor û Sakaryaspor de vê hefte li Amedê hate leyîstin de furbolvanê Sakaryasporê bi tiliyên sembola faşîst ên MHPîyan dike. Û bi vê tevgerê xwe Him leyîstokvanan, him jî alîgirên Amedsporê ya ku hatibûn musabakayê temaşe bikin tehrîk dike.
Bi van dîmen û piştgiriyan hashtaga #AmedsporHalktır ket lîsteya rojeva Tirkiyeyê û hêj jî di lîsteya TT de ye. Gelê Kurd pişgirî û xwedîderketina Amedspor û Futbolvan Mansur Çalar a ku tê lînçkirin didomîne.