Di demekî ku zext, binçavkirin, zilm polîtîkayên faşîst a ku ji aliyê dewleta faşîst a Tirk ve li ser gelê Kurd tê meşandin de xebatên hilbijartinê ji bo deng derxistina li dijî tecrîdê bûye firsendekî.
NAVENDA NÛÇEYAN- Ji milekî ve xebatên hilbijartinê yê HDPê ya hilbijartinên herêmî ya 31’ê Adarê didome, ji milekî ve jî berxwedanên greva bîrçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan didome.
Çalakiyên greva bîrçîbûnê ya ku di pêşengiya Hevseroka KCDê Leyla Guven ve pêşengî hate kirin di roja xwe ya 117 mîn de didome û hejmara berxwedêran gihîştiye pênsêdan.
Di demekî ku zext, binçavkirin, zilm polîtîkayên faşîst a ku ji aliyê dewleta faşîst a Tirk ve li ser gelê Kurd tê meşandin de xebatên hilbijartinê ji bo deng derxistina li dijî tecrîdê bûye firsendekî. Dewleta Tirka ku hemû çalakî, meş û faaliyetên li dijî tecrîdê û ji bo mezinkirina têkoşîna grevên birçîbûnê asteng û qedexe dike Gelê Kurd jî bi beşdarbûna xwe ya vekirina bûroyên hilbijartinê û mîtingên girseyî dengê xwe bilind dikin.
Di serî de herêma Botan bi giştî hemû qadên Kurdistanê de vekirinên bûroyên hilbijartinê ya HDPê vediguhere mîtingên girseyî. Di van mîtîngan de jî Gelê Kurd, Jinên Kurd û Ciwanên Kurd hêrsa xwe ya li dijî tecrîdê tînin ziman. Gelê ku ji ber êrîşan dengê wê tê astengkirin bi van mîtingan daxwaza xwe ya rakirina tecrîdê tîne ziman. Jiber vê jî tê payîn ku di hemû firsend ji bo rakirina tecrîdê hêj zêdetir were bikaranîn û Gelê Kurd dewleta Tirk bi berxwedanê xwe neçar bihêle ku tecrîd were şikandin.