Du ekîbên televîzyona NRT û gelek endamên Newaya Nû (Nifşê Nû) ku ji bo şopandina doza Serokê Newaya Nû Şasiwar Ebduwehîd çûbûn ber avahiya Dadgeha Silêmniyê, ji aliyê asayîşê ve hatin girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Newaya Nû Şasiwar Ebdulwehîd duh li ser gilîyekî ji aliyê Dadgeha Silêmaniyê ve ji bo îfade bide, hatibû vexwendin. Şasiwar li ser daxwaza Dadgeha Silêmaniyê ji aliyê hêzên ewlekariya bajar ve hatibû binçavkirin.
Şasiwar Ebdulwehîd ku derbarê wî de 2 giliyên bi hinceta “heqaret li karmend û saziyên fermî kiriye” hatine kirni, piştre îfade dabû dadgehê. Şawiswar duh li ser giliyekê îfade dabû û derbarê wî de li gorî qanûna cezayê ya Iraqê ya benda 229’an ku dibêje, “Herkesek ku heqaret li karmendek, berpirsek, yan jî dezgeheke fermî bike ceza digire” bi kefalet serbest berdan hatibû dayin.
Lê ji ber ku derbarê wî de giliyek din a bi heman hincetê hebû, nehatibû berdan. Li gorî biryara dadgehê divê îro saet 12.00’an de Şasiwar Ebdulwehîd îfade bide.
Ji bo şopandina mijarê 2 ekîbên televîzyona NRT û gelek endamên Newaya Nû jî çûn ber Dadgeha Silêmaniyê. Lê hêzên asayîşê mudaxeleyî wan kirin û li gel 2 ekîbên NRT, gelek kesên din jî binçav kirin.
Li gorî televîzyona NRT, derdora 30 kesan hatine binçavkirin.