Ji bo piştgiriya grevên biçîbûnê ku li hemberî tecrîda girankiriya ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatiye destpêk kirin û ji bo şermezarkirina tecrîdê li Yunanistanê çalakî ji milê Yekitiya Çalakiyan a Yunanistanê û Platforma Bakurê Kurdistan pêk hat.
ATÎNA – Li paytexta Yunanistanê Atîna Yekitiya Çalakiyan a Yunanistanê û Platforma Bakurê Kurdistan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya berxwedanên grevên biçîbûnê çalakî pêk anîn.
Li qada navdar a Syntgma stant hate vekirin û pankartê derheqê çalakiyên grevên biçîbûnê û weneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Weneyên çalakgerên grevên biçîbûnê jî li ser dovîzan hatibûn çapkirin. Her wiha alên PKK, KCK û HBDH hatin vekirin. Di çalakiyê de sloganên wek ‘Bijî Berxwedana Zindana’,’Bijî Serok Apo’ û ‘Tecrîd suçê mirovahiyê ye’ hatin avetin. Di çalakiyê de çalakgeran her wiha gelek belavokên ku derbarê tecrîd û grevên biçîbûnê agahî didin belavkirin.
Çalakiya ku heta derengiyê şev berdewam kir bi daxuyanî û sloganan bi dawî bû. Çalakgeran diyar kir ku her ku diçe wê çalakiyê wan mezintir û xurttir bibe.