NAVENDA NÛÇEYAN
Mirov, bi tenê heyîneke bûjenî nîne; ji ber ku beriya her tiştî heyîneke civakî ye jê zêdetir arîşen e. Li dewsa mirova/ê bêarîşen, divê bûnewer were gotin.
Li erdnigariya ku îro em tê de dijîn, gelek bûnewerên ku qaşo wek mirov xuya dikin hene. Yên ku arîşenê, ango nirxên ku di hezaran salan de avabûnê bin pê dikin, yên ku tinaza xwe bi van nirxan re dikin û li gor berjewendiyên xwe tevdigerin, di aliyê cewherê de kesên ku ji rastiya mirovahiyê qutbûnê ne.
Û em vê jî her roj di êrîşên ku li welatê me û li mirovên me tê kirin de dibînin û dijîn. Weke Nurî Dêrsimî gotî, him jî li pey felteya ku jê re dibêjin Şaristanî xwe dihewînin û êrîş dikin.
Belê, mirov ji beriya her tiştî heyîneke giranîya wê arîşen e. Serok APO dibêje ku “Mirov, di civakîbûnê de teqez bûyera hebûneke aliyê wê ya ramanî giran tê ye“. Raman û civakîbûn, raman û arîşen jî yekoyek li hev girêdayî ne.
Em dizanin ku “Têgeha ku em wek arîşen pênase dikin pêk neyê, wê demê bi saxî pêşketina yên mirovan û bi ser de jiyîna wan bipirsgirêk wê bibe“. Û dîsa em dizanin ku, li ku derê ji nirxên arîşenê qutbûnek hatibe jiyîn, li wir mirovahî hatiye binpêkirin. Dîroka mirovahiyê nîşanî me dide ku, çiqas ji nirxên arîşenê qutbûnek hatibe jiyîn, mirov ewqas ji mirovahiyê derketiye û bûye bûnewerek çar lingî. Nirxên ku em jê re dibêjin nirxên arîşenê, nirxên civakî ne ku mirov mirov dike ye. Jiyana wan a hevpar e. Têkiliyên wan ên parvekirîner e. Wekhev û bi azadî jiyîn e. Di bingeha pîvanên rêwişt de ku civak ew aforandiye, avakirina jiyanê ye.
Heke ji vê were qutbûn, li wir her tiştên ku dervayî mirovahiyê ye were jiyîn; mîna îro jiyana mêtîngeran ku di êrîşê bi gelê Kurd dike de dijîn be. Welê ku, di devê wan re tenê peyvên perçiqandin, kuştin, lêxistin û qetilkirin der tên.
Heke em bala xwe bidinê, li hemberî me revdeyek ku ji hemû nirxên mirovahiyê qutbûyî heye û êrîşê me dike. Ji êrîşkirinê jî zêdetir ji me ji mirinan mirinê ecibandin tê xwestin. Ji bo me qirkirina ku wek qirkirina çandî tê gotin tê layiq dîtin. Erozyona çandî ku binî ji mirovahiyê derketin e, ji me re wek jiyana tenê pêşkeş dikin.
Lê were zanîn ku, heke bi tenê mirov li utopyayên xwe girêdayî bijî, dikare heyîna xwe biparêze, dikare bibe xwe, dikare bibe zarokek bixêr a van axan.
Heke em jiyana gelên cîhanê ji xwe re layiq bibînin, heke em naxwazin bibin qurbanên qirkirina çandî û heke xeyalên bixwazin xwe bixin merîyetê divê em çav bidin li têkoşîna herî hişk. Riya pêkanîna xeyalan jî sekna bîrdoziyê ku pergala ramanê vîndar bûyî, birêkûpêk bûyî ye, di ber çavan re derbas kirine. Di esasê xwe de bîrdozî, ramana ku vîndarbûyî ye.
Ramana vîndarbûyî, heya dawiyê ji bo ku ramanên xwe, baweriyên xwe pêk bînin, ketin nava livûtevgerê ye. Dijwariya wê çi bibe bila bibe, jiyînek girêdayî xeyalên xwe û ramanên ku van xeyalan tîne ziman e. Ramanên xweş û xeyalên xweş bi tena serê xwe çênabin. Ji bo ev werin pêkanîn, sekneke vîndarî ya hiphîpê divê. Vîn jî di esasê xwe de bi ısrar û her kêliyê -astengî çi bibe bila bibe- ji bo ku van astengiyan derbas bikin xwe di ber çavan re derbaskirin e. Kêliyek jî bibe sistnekirina têkoşîn e.
Heke em bala xwe bidinê, em ê bibînin ku yên ku bi qasî bûneweran tevdigerin ji planên xwe yê qetilkirina me û tunekirina me, ji êrîşên xwe yê çandî venedigerin û êrîşên xwe nerm nakin û bi ser de bi rojane ji bo ku me bişaftînin planên hîn nexweşiktir û hîn qirêjtir dixin merîyetê.
Mînak, di planên xwe yê dawî ya bi navê Plansaziya Têkdanê de; “Li herêma Başûrê Rojhilat û Rojhilatê ya welat ji bo ku rêxistina teror were bêbandorkirin, wargehan werin rûxandin û valakirin û piştî qedandina operasyonê zarokên di dema xwendinê de ji dibistanên teybet, razanî û Anadoluyê re werin bicihkirin, şixulîna makezagonê li herêmê wek rewşa awarte werin meşandin û rêxistina terorê û alîgirên wê werine bêbandorkirin divê hemû derfetên dewletê werine seferberkirin û Wezareta Hundirîn û wezaretên pê eleqedar pêdiviyên leşker û polîsan bi awayekî bilez werin temînkirin, li hemberî birîndarbûnan li gel firoke û wesayîtên zirxî, ambûlansên zirxî jî ji bo ku bikaribin bikevin nava kolanan werin bikaranîn û dîsa şerên ku li nav taxan diqewimin jî divê ji aliyê tîmên ku me diyarkirî ve serxwe werine girtin.“ tê gotin.
Belê, mêtîngerên ku li hemberî me disekinin, ji mirovahiyê derketine. Divê ku mêtîngerên ku êdî bûne bûnewer baş were dîtin.
Helbet sedemên ku êrîşên dewletê ku êrîşê gelê me û nirxên me dike, hene.
Tevgera Azadiyê, gelê ku ji nirxên xwe yê arîşenê qutbûyî dîsa bi nirxên xwe yê arîşenê ve anî cem hev. Nirxên jiyana nû derketine holê. Û heke ev rastiya ku derketiye holê li Kurdistanê wek çand were dîtin, mirovekî/ê nû wê derkeve holê. Him jî mirovekî/ê ku aîdî xwe ye, stûnexwar.
Mêtîngeran, dizanin ku tîpolojiyek nû ya mirov wê derkeve holê û ji bo ku ev rastî wek çand neyê dîtin bi hovane êrîş dikin.
Mêtîngeran jî dizanin ku, tiştê ku di şoreşan de wek mayînde derdikeve holê çand e. Divê bila çandekê bûjenî bibe, divê çandekê arişî bibe lê di esasê xwe de yê ku jiyan bike ev e.
Û dîsa mêtîngeran dizanin ku, çanda ku Tevgera Azadiyê dixwaze ava bike, mirovê/a ku heya dawiyê ne aîdî kesekî/ê ye, heya dawiyê ji bo baweriya xwe dijîn û mirovê/a ku bixwe ye.
Kurdên ku di hedefa mêtingeriyê de ne, Kurdê/a ku li gor utopyayên xwe tevdigere û dijî ye. Û ev Kurd carek derkeve holê, êdî ne pêkan e ku ev Kurd were prangakirin. Bingeha esas a êrîşkirinê û bûnewerbûna wan ev e.
Bi vê bîreweriyê, heke jiyanek bibe divê li gor utopyayên me bibe an jî qet tunebe.
HAYRÎ ENGÎN