Soysuz vê carê ji zarokên Kurd tirsiya û di axaftina xwe de vê ya wek gefek li dijî hilbêjêran anî ziman.
NAVENDA NÛÇEYAN– Ev demeke axaftinên nakok ên Wezereta Karê Hundirîn ên dagirkeriyê Sûleyman Soylu dikeve li ser medyayê. Soylu geh di axaftinê xwe de gotinên derew ên “PKK qediya, me demara şah ên PKK birî” dike, geh bi tirs dibêje “di 31’ê Adarê de me muhtacê Qendîlê nekin” dike. Bi van gotinên xwe jî qaşo ku polîtîka dimeşîne derdikeve ser dîkan. Lê di rastî de bi her axaftinê xwe li ser Tora Civakî tê rexnekirin û lanetkirin. Di heman demê de xwe wek Serokçeteyê xwe Erdogan bi axaftinên nakok rezîl dike. Axaftinên Soylu yên bi tirs di rastiya xwe de nîşaneya wendakirina hilbijartinên herêmî ye. Ji ber ku dizane piştê hilbijartinên herêmî ev jî biçe û serê wî jî çi were ne diyar e.
Ev tirsa pêşerojê ya Soylu herî dawî di axaftina wî ya li mîtinga Stenbolê de derkeve holê. Soylu dibêje ku “Ger em di 31ê Adarê de wenda bikin, wê kevir bidin destê zarokên 6 salî û îtîbarê qeymeqam û waliyan pênc pere bikin. Wê me dernexînin derva”. Bi van gotinan tirsa Soysuz ya ji zarokên Kurd jî derdikeve holê. Ji xwe ji ber vê tirsiye her sal bi dehan zarokên Kurd bu destê dewletên Tirk ên dagirker ve tê qetilkirin. Ûxur Kaymaz, Cemîleya biçûk, Ceylan, Solînê paşka dayika xwe, Berkîn Elvan, Enes Ata û her wekî zarokên din ên hatin qetilkirin. Dewleta Tirk û Soysuz ji ber vê tirsa xwe ye pişaftin, destdirêjî, kuştin û îşkence li ser zarokên Kurd dimeşîne.
Lê gotinê pêşiyan heye ku dibêjin “ Feydeya tirsê ji ecelê re nîne”. Soysuz jî çiqas gef li Gelê Kurd bixwe bila bixwe dawî ya wî jî ên wek berê hatiye. Dawiya wî di kîjan sergoya dîrokê de bibe wê pêşeroj nîşan bide.