Bi vesileya 8’ê Adarê, jinên ciwanên li Ewrûpa bi gotinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dîmenekî amade kirin.
MAZDA MARIYA – Birdoziya Rizgariya Jinê rolekî esasî di şoreşa Rojhilata Navîn dilîze. Ew şoreş jî bi felsefeya Rêberê Gelan Ocelan her roj mezintir dibe û xwe belav dike. Di nava vê şoreşê de têkoşîna azadiya jinê ewqas bi wate ye ku Rêber Ocalan wiha dinirxîne: „Azadiya jinê bi şoreşê re yek e.“ Gotinên wekî vê bandora xwe li ser bi milyonan jin çêkir, da ku jin dîsa ji bo têkoşina azadiyê rabûn ser peyan. Bi heman awayî jî jinên ciwan jî ji Rêberê Gelan û Birdoziya Rizgariya Jinê hêzekî mezin distînin. Li ser vê esasî û di çerçoveya 8’ê Adarê de Jinên Ciwan ên Azad û jinên ciwanên Tev-Çandê bi gotinên Rêberê Gelan Ocalan re dîmenekî amadekirin. Binnivîs bi zimanên Elmanî, Fransî û Înglîzî hene.