Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 118’an de berdewam dike. Her roj Kurdên nû tevlî vê zêncîra berxwedanê dibin.
AMED – Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecrîda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 118’an de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 118’an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25’ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike. Çalakiyên piştevaniyê yên ji bo Leylayê û serdana wê ya li malê berdewam dike. Herwiha Dorpêça polîsan a li ber mala Leylayê jî berdewam dike.
Greva birçîbûnê roj bi roj belav dibe
Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemîn ku li girtîgehê bi heman armancê hat destpêkirin di roja 80’an de berdewam dike, ya Nûnerê HDP’ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz di roja 105’an de, ya 14 çalakgerên li Strasbourgê ya Fransayê di roja 79’an de, ya Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 79’an de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 45’emîn de, ya Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 50’an de berdewam dike.
Çalakiya parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag, endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer jî di roja 3’an de ye. Piştî çalakî hat destpêkirin bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bi ser çalakgeran de hat girtin û 5 çalakger hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin di bin çavan de çalakiya xwe berdewam dikin.
Ji 300’î zêdetir girtî di grevê birçîbûnê de ne
Li girtîgehê her rojê komek din tevli çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger dibe. Herî dawî ji girtîgeha Şakranê 8 girtiyan piştî 15’ê Sibatê dest bi grevê kir. Li gorî daneyên herî dawî yên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê li 60 girtîgehan 321 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger de ye.
Herwiha di rojên borî de di daxuyaniya ku li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê hat dayîn de, hat diyarkirin ku girtiyên di girtîgehan de wê hemû dest bi greva birçûnê bikin û di 2’ê Adarê de van girtiyan çalakiya xwe da destpêkirin.