Li Baxozê di van kêliyan de zêdeyî hezar sivîlan û malbatên çeteyan bi rêya korîdora ku ji aliyê QSD`ê ve hate vekirin, derdikevin.
DÊRAZOR – Duh piştî şervanên QSD`ê operasyonên leşkerî li yek ji eniyên bakurê Baxozê rawestandin, derketina sivîl û malbatên çeteyan didome.
Hate ragihand ku di van kêliyan de zêdeyî hezar sivîl û malbatên çeteyên DAIŞ`ê bi rêya kamyonan ji Baxozê derdikevin.