Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku li mala xwe ya li Amedê di greva birçîbûnê de ye, ‘doktorekî dewletê’ ku hat mala wê û jê re got ku dixwaze wê tedawî bike, red kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên hatin wergirtin, doktorek serê sibehê li deriyê mala Leyla Guven xist. Wî kesî got, “Ew ji aliyê Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a Amedê ve hatiye wezîfedarkirin.”
Doktor belgeyek nîşan da ku li gorî wê belgeyê, ji bo kontrola rûtîn a Guven hatiye wezîfedarkirin. Guven daxwaza doktor a ji bo kontrolê red kir.
Hate ragihandin, bi doktore amûrên pîvandina tansiyonê, rêjeya şekir û mêzîn hebû.