Li gundê Baxozê derdora du hezar çeteyên DAIŞ‘ê xwe radestî QSD‘ê kirin.
DÊRAZOR – Hate ragihandin ku derdora 2 hezar çeteyên DAIŞ‘ê xwe radestî QSD‘ê kirin û bi rêya 10 kamyonên mazin ew ji gund hatin derxistin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ji duh ve operasyonên leşkerî li eniya bakurê gundê Baxozê rawestandiye û derxistina sivîl, çete û malbatên wan didomînin.
Vê sibehê jî bi hezaran sivîl û malbatên çeteyên DAIŞ‘ê ji gundê Baxozê hatin derxistin.