Li Babê ku dibin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye teqînek pêk hat û hate ragihandin ku gelek kes birîndar bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, motosîklete bombebarkirî li pêşiya mizgefta El Rîhawî ya Babê hate teqandin.
Di teqînê de herî kêm 9 kes birîndar bûn. Hate ragihandin ku di nava birîndaran de sîvîl û çeteyên dewleta Tirk hene. Heta niha kesê teqîn li xwe ne girtiye.
Navê hinek birîndaran wiha ne; “Welîd Mihemed Ulebî(16), Mistefa Qasêm(30), Mihemed Siwêd(34), Mihemed Esed Ceblî(35), Mihemed Welîd Ulebî(16), Yezen Mensûr(20), Mistefa Şawiyê(60), Abdulrehman Bekor(15) ve Yezen Mihemed Mensûr (12).