Şervanên QSD‘ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de, bi çalakiyekê 5 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ku li Baxozê ji aliyê DAIŞ‘ê ve esîr ketibûn girtin, rizgar kirin.
DÊRAZOR – Li gorî agahiyan Hêzên Taybet ên QSD‘ê li Baxozê bi çalakiyeke bi bandor 5 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ku beşdarî Pêngava Bagera Cizîrê bibûn û ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve esîr hatibûn girtin, rizgar kirin.
Heman çavkaniyî diyar kir ku navê şervanên hatin rizgarkirin dê di demeke nêzî de werin eşkerekirin.