Kolektîfa Sînema ya Mezopotamya wê di 6’ê Adar roja çarşemê li Stenbolê Festîvala Filmên Kurdî lidar bixe. Derhênerên ji Tirkî, Îran, Îrak, Sûrî û Ewrûpa wê nêzî 30 filman di Festîvalê de nîşan bidin.
Sala 1995 di bin sîwana Navenda Çandê ya Mezopotamya xebatên sînema hatibû destpêkirin, piştre bi navê Kolektîfa Sînema ya Mezopotamya xebatê xwe domand. Ev Kolektîf cara yekemîn wê di 6’ê Adar roja çarşemê li Stenbolê Festîvala Filmên Kurdî lidar bixe. Derhênerên ji Tirkî, Îran, Îrak, Sûrî û Ewrûpa wê nêzî 30 filman di Festîvalê de nîşan bidin.
8’Ê ADARÊ WÊ TENÊ DERHÊNERÊN JIN FÎLMAN PÊŞKEŞ BIKE
Festîvala ku di 6’ê Adarê wê destpê bike, heta 10’ê Adarê wê bidome. Wê di çarçoveya Festîvalê de ji derhênerên ji Tirkî, Îran, Îrak, Sûrî û Ewrûpa wê nêzî 30 filman bi temaşevanan bide nasin. Kolektîfa Sînema ya Mezopotamya listeya filmên ku wê li salona Elmadag ya Stenbolê bê nîşandayin eşkere kir:
* “Çirkin Kral Efsanesi (Efsaneya Çîrkîn Kiral)” / Hüseyin Tabak’ın
* “Zagros” / Sehim Omer Kalifa
* “Reşeba” / Hisên Hesen
* “Zor Bir Karar (Biryarek zehmet)” / Ender Özkahraman
* “14 Tîrmeh” / Haşim Aydemir
* “Bîr” (Kuyu) / Veysi Altay
Ji bilî wan filman wê filmên Komîna Filma ya Rojava di çarçoveya Festîvalê de bên temaşekirin. Her wiha di 8’ê Adarê tenê derhênerên Jin wê filmên xwe pêşkeş bikin.