Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê xwekujekî ku hewl dida xwe di nav kerwanê oxirkirina şehîdan de biteqîne, girt. Piştî lêpirsîna bi çeteyê re, tevahiya endamên şaneyê hatin girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de teqez kir ku Cîhazê Ewlekariya Giştî yê girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Reqayê, çeteyekî ku hewl dida xwe di kerwanê oxirkrina şehîdan biteqîne roja duşemê 4’ê Adarê de li Reqayê girt.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî lêpirsînê bi çeteyê re, li xwe mikur hat ku tevî şaneyekê dixebite. Li ser wê Hêzên Ewlekariyê tevahiya endamên şaneya ku ji 7 çeteyan pêk dihat, girtin û tevahiya çek, cabilxane û madeyên teqemeniyê yên wan desteser kirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê îtîrafên şaneya terorîst werin belavkirin.