Rojek ji rojan, xeyalek ji xeyalên herî kûr bû, di êvarekî reş dê ronahiyeke bi şewq çavên me tijî dikir, stêrk û heyva li ezmanan xatir ji Garê dixwest. Piştî xatir xwestina dawî, ew bû mêvanê; Şiyar û Sarayan. Belê, Garê ya ku destê me jê nabe; bi xweza û hevalên xwe yên xweş, bi av û çemên herikbar re tê hezkirin. Bi çemê Xazir, deşta Nehlê û Kafya ya bê dawî tê hemêz kirin. Rêheval Sarya Cudî jî yek ji wan hevalên ku di hemêza çiyayên bê hempa de roj bi roj mezin bû.
Tevahiya çiyayên me yên ku xwedan xweşikbûn û dewlemendiyên herî bedew in, bi hezaran qehreman û pakrewanên welat jî di hemêza xwe de veşartine. Hezaran şervan û wêrekiyên egîdan di van çiyayên bi heybet de destanên herî mezin nivîsandine. Hezkirinên bê dawî, rêhevaltiyên herî bi wate afirandî ye. Çiya; warê mirovên ku bi daxwaza azadiyê xwe feda dikine. Ji ber vê çiya perestgehên me ne. Xwestek û hêviya her hevalek, ji bo çiyê heye û dilê hemûyan ji bo çiyê lêdide. Lê mirxabin, dijminê gelan her tim li pêşiya hêviyên azadiyê bûne asteng û pir kesên xwedî biryarên azadiyê û hestê welatparêziyê bêyî ku bigihijîn çiya şehîd ketin. Rêhevalên weke; Delîl Cudî, Viyan Tiltemir, Azad Cudî û bi sedan hevalên wek wan… Ji bona vê em wek rêhevalên şehîdan divê bi her awayî berpirsiyartiyên xwe li hember wan hevalan bi cîh bînin, hêviyên wan yê nîvçe mayî bigihîjînin jiyaneke bi serkeftî.
Xwedan sekneke çalak bû
Rêheval Sarya Cudî her tim bi hesreta çiyayên azad re hêviyên mezin jiyan dikir, rojane ji bo afirandina kesayeta xwe têdikoşiya. Bajarê Agirî; cîhê ku Tevgera Apociyan xwe têde bi rêxistin kirine û fikrên Kurdistaneke azad belav kirine ji ber vê gelên Agirî yê bi hestên welatparêzî re ji kok ve girêdayî ne û xwedan dîrok in. Heval Sarya jî di nava malbateke welatparêz de mezin dibe lê, rûxmê ku li Ewrupa yê mezin dibe hê jî bi çanda xwe re pir girêdayî ye û dide jiyan kirin. Ji ber ku ew bi hestên welatparêziyê mezin dibe û roj bi roj dibe xwedan xweşikbûneke mezin. Di sala 2011 an de ji bo gihîştina hêviyên xwe yên jiyana azad berê xwe dide refên Tevgera Azadiyê. Beriya ku tevlî rêxistinê bibe di xebatan de cîh digre. Li Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî çalak xebat dîmeşîne û ji bo serxistina şoreşa gelan dibe xwedan hewldaneke bi nirx. Sekin, tevlîbûn û hebûna heval Sarya dihîşt ku kêlî bi kêlî di dorhêla hevalan de bawerî ava bike û bi vî awayî hezkirineke mezin jî ber bi heqîqeta jiyan kirinê ve diherikand. Xwedî jiyaneke herikbar bû.
Bi wate jiyan kirina dem girîng e…
Ew, weke rêhevaleke ji dil dikarî derdora xwe hîs bike û fêm bike da ku bikaribe alîkar be. Ji bo ku di dorhêla hevalan de asta coş û moralê bilind bike bi her awayî xwe tevlî jiyanê dikir û bi tevgerandina xwe re her kesî kêyfxweş dikir. Her kêliyeke jiyanê ji bo wê xwedan girîngî bû ji bona vê ti caran demên xwe vala derbas nedikir û nedihîşt yek heval jî ji rêzê demê xwe derbas bike.
Dema ku ez nû derbasî çiya bûm çend pirs ji min kir û got li ser van pirsan lêhûrbûn bike. Pirsên wê ev bûn; “Jina fermandar çawa rol bileyîze, em ji bo çi şer dikin?” bi van pirsan, min xiste nava lêhûrbûnê. Heta demeke dirêj li ser van mijaran lêhûrbûn kir û bersiv da. Heval Sarya rêveberiya me ya şervanê nû bû. Lê di kesayeta wê de ji erka rêveberiyê zêdetir, berpirsiyartiya jiyanê li pêş bû. Ew, fermandar û parazvana jiyanê bû. Ji ber vê herkes nirx dida wê, heman awayî wê bi xwe jî nirx dida hevaltiyê û ti carî rê nedida da ku xeletî xwe bidin jiyan kirin. Xwedan taybetmendiyeke hevpar û di dilê wê de her hevalek xwedî cîheke bi wate bû. Ji ber vê her hevalek ji vê hezkirinê hêz digirt.
Mirovên zane çavkaniya hêzeke bê dawî ne
Rûyên tarî yên serdemê, ji mirovên zane û xwedan hestên azadiyê ditirsin. Her kesekî ku xwe ji pêtên agirê bafirîn, digihîjin bêmirinî yê. Wek perperîkan, wateya heqîqetê bi yekbûna agirê re heta hinavên xwe hîs dikin. Ji ber vê, zordestên serdemê ji ciwanên biçûk yên xwedî dilên mezin ditirsin û di tarîtiya şevê de, bi xofekî mezin êrîş dikin. Di sala 2016 an meha Kanunê de rêheval Sarya Cudî şehîd dikeve. Lê dijminê gelan nizane da ku di her şahadetekî de em hîn zêdetir xurt dibin, hêrsa tolhildanê di me de zêdetir dibe û em bi vê baweriyê bê tirs li ser dijminê xwe de dimeşin. Bêguman şahadeta her hevalek di dilê me de birînekî vedike ji ber ku her yek ji wan bi hêviya dîtina Serok Apo re jiyan dikir. Em wek rêhevalên şehîdan heta nefesa dawî ji bo jiyaneke azad û ji bo pêkanîna xeyalên wan têbikoşin da ku bi rastî em bibin rêhevalên rast.
Şehîdên me yên qehreman rênîşanên me ne. Bi ked û hewldanên wan re me gavên pir bi serkeftî û encamgir avêt. Xaka Kurdistanê bihûst bihûst bi xwîna mirovên zane û têkoşer re dagirtiye. Em bi hesreta azadiyê jiyan dikin. Pir cara em bêriya rêhevalên xwe dikin, rûkenî, tevgerandin, sekin û jiyana hevalên me dibe sedem ku em rûhê wan yên ku bi kelecana azadiyê ve lê dida bidin jiyan kirin. Emê heta dawî rastiya hevaltiyê di şexsê şehîdên qehreman de bidin jiyan kirin.
Car caran hevaltî dibe weke çûkeke, çawa ku çûk tên li ba mirov, bi awazên xwe di dil de kêyfxweşî çê dikin, piştî çend deqa difirin, berê xwe didin wareke hîn cudatir û lê nayên ji bîr kirin, heman tişt ji bo hevaltî jî derbasdar e. Carna hevalek li kêleka te dijî, di wê kêliyê de li ba te diçe. Di navbera çend deqayan de şehîd dikeve. Rêheval Sarya jî wiha bû beriya şehîd bikeve bi du rojan li gel me bû û perwerde dida me. Lê, bi rastî em mirovên pir bi şansin da ku em hevaltiyên herî pîroz jiyan dikin û bi bîranînên wan re rêya me ronî dibe.
Bi navê te fêr dibin jîna bê dawî
Hêviyên sibê evîna mezin zindî dike
Stêrka sibê şewqa xwe dide nava dilan
Dildarin, bedew in
Wê her hebin evîndar
Avekî zelal e rêheval
Diherike ber bê dawîbûnê
Di demsalekî sar, dûr û dirêj de
Dilopên baranê diherike
Weke dermanê birînan
Hebuna rast diafrîne
Bihûst bihûst kulîlk şîn dibe
Gerdûn şahidê bedewî û dilovaniyê ye
Ew in şopdarê stêrka
Eşqa mezin bû biryara demê
Rêwîya Roj’ê ye rêheval
Bêhna gulan belav dike
Bi kenê Avesta dem disekine
Di nava aramiyê de bijî heval
Weke gerdûnê kûr e
Êdî stêrke rêheval
Rêhevala wê ya têkoşînê