Namzeta Meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Çewlîgê Zelal Morsunbul, di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
ÇEWLÎG – Namzeta Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Şaredariya Çewlîgê Zelal Morsunbul, di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Hat diyar kirin ku Morsunbul, bi hinceta parvekirinên medya civakî hatiye binçavkirin û li Midûriyeta Polîsan a Çewlîgê tê girtin.