Li navçeya Îzmîrê Torbali duh bi agirê ku ‘sedema nayê zanîn’ fabrîkayek ku plastîka hildiberîne şewitî. Ji ber şewatê nêzî 2 milyon zarara maddî çêbû.
ÎZMÎR – Li navçeya Îzmîrê Torbali duh saet 16:00’de li kolana Yogurtçular bi agirê ku ‘sedema nayê zanîn’ fabrîkayek ku plastîka hildiberîne şewitî. Agirê ku sedema wê nayê zanîn fabrîkayê dorpej kiribû, her wiha gelek agirkuj hatin cihê şewatê ji bo ku agir bitefine.
Ekîbên agirkuj bi hejmarek mezin mudaxaleyî agir kir. Li herême jî jenderma kesî nêzî cihê bûyerê nekirin. Ekîbên agirkuj bi zordarî agir xiste bin kontrola xwe. Di şewatê de kes bîrindar nebû an jî jiyana xwe ji dest neda.
Li herêmê xebatên cemidandinê didome. Berpirsyarê fabrîkayê Mustafa Kiziltepe diyar kir ku zararek maddi ji 2 milyona pêk hatiye.
Di demen dawî lig elek metropolên Tirkiye farbîka bi agirê ku ‘sedema nayê zanîn’ şewitîn. Heta niha ji aliyê rayedaran tu daxuyanî derbarê vê ne hatiye dayîn.
Beriya niha Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) liv ê herêmê çalakiyên xwe ragihandi bû, û diyar kiribû ku wê li dijî tecrîda li ser Rêberên Gelan Abdullah Ocalan çalakiyên wan ên şewitandinê bidome.