Li gorî malperê sê alî li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê çalakiyan dikin, Yekîneyên Parastina Gel, Xezeba Zeytûnê û Hêzên Rizgarkirina Efrînê. Van hêzan ji dawiya adara 2018`an heta çileyê 2019`an nêzî 220 çalakiyan girtine ser xwe.
NAVENDA NÛÇEYAN – Malpera Al-Monitor a Emerîkî der barê dagirkirina Efrînê û kiryarên kuştin, guhertinên demografîk de nûçeyek weşand. Divê nûçeyê de cih da rapora Neteweyên Yekbûyî ya li ser Efrînê jî. Li gorî rapora NY`yê hin kiryarên dagirkeran li Efrînê sûcên şer in. Di raporê de behsa berxwedana Kurdan a li dijî artêşa Tirk û çeteyên Sûriyê jî tê kirin.
Li gorî malperê sê alî li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê çalakiyan dikin, Yekîneyên Parastina Gel, Xezeba Zeytûnê û Hêzên Rizgarkirina Efrînê. Van hêzan ji dawiya adara 2018`an heta çileyê 2019`an nêzî 220 çalakiyan girtine ser xwe.
Li gorî Al-Monitorê berxwedêr bi roj teqemeniyên bi dest hatine çêkirin, bikar tînin, bi şev jî li kêleka rê bi çekên sivik kemînan vedidin.
Rewş li Efrînê pirr şêlo ye
Malperê ragihand ku rewş li Efrînê ewqas şêlo ye ku mirov nikare hijmara kuştiyan zanibe. Her wiha raporê diyar kir ku di nava 10 mehên dawiyê de herî kêm 100 çeteyên Tirkiyeyê li Efrînê hatine kuştin. Al-Monitor îdîa dike ku sedema sereke hişt Tirkiyê karibe Efrînê dagir bike, Rûsya bû ku wê asmanên li ser Efrînê ji balefirên Tirkiyê re vekir.
https://www.nuceciwan13.com/ku/2019/03/05/li-efrine-teqin-3-cete-birindar-bun/
https://www.nuceciwan13.com/ku/2019/03/01/lezgin-hezen-rizgariya-efrine-li-efrin-u-babe-4-cete-hatin-kustin-u-2-cete-ji-bi-girani-birindar-bun/
https://www.nuceciwan13.com/ku/2019/03/01/bilancoya-calakiyen-hree-ya-miha-sibate/
https://www.nuceciwan13.com/ku/2019/02/21/odeya-calakiyan-a-xezeba-zeytune-li-efrine-25-lesker-u-ceteyen-tirk-hate-kustin/