“Li gorî raporek 2016’an de hat weşandin li Tirkiyê hejmara selefiyan gihîşte 50.000 kesî. Dema borî de piştî îlana cîhada kûrewî bajarê wek Stenbol, Dîlok, Konyayê rêxistin bû. Rêxistinî di serî de bi waizên ku derveyê welat perwerde girtibûn di çarçoveyek teng de dimeşiya. Wek şewqwedan a polîtîka ABD’ê ya “Li hember terorê şer” piştî êrîşê 2003’an de li hember HSBC û Sînagogê pêk hat El Qaîde ya Tirkiyê jî kete bin zordariyê. Polîtîka ya selefiyan radîkal kirin a deverê ku baweriya wan bi îslamê hene lê ji xwe re nekirine wek doktrîn. Di vê wateyê de hîn qadro quraftin lê li hember îslama tasavûf bandorek mezin nîşan nekirin. Lê avakirina mescîdê xwe pêk anîn. Ev dema ku rastî 2006 a hat navê Ebû Hanzala (Halis Bayancuk) derkete pêş. Ebû Hanzala di nav waizê El Qaîdeyê de bu yê herî girîng. Di wê demê li Stenbol, Konya û Çewlikê xebatên taybet kir. Bi vî awayî cemaeta xwe ava kir. Têkiliya navbera El Qaîdê û Ebû Hanzala çawa xuya dike ewqas bê pirsgirêk nîne. Di navbera Ebû Hanzala û El Qaîdeyê de derbarê tekfîr kirina gelan de nakokî heye. Ebû Hanzala hemû kesê derveyê îslam a selefî dimîne tekfîr dike. El Qaîde vê nêrînê pir zêde dibîne. Ebû Hanzala ji ber pergala hucreya El Qaîdeyê ya negirêdayî, hindik girêdayî û bênavend bi hêsanî cemaetek li gorî nêrînê xwe ava kir. Endamên El Qaîdeyê jî diçûn van mescîda. Di dîtinê de çiqas hevrast tevbigere jî, xwe kire navendê.
Cîhadiyê bi şerê Sûriyê û medyaya civakî ve popûlerîyek mezin bi dest xist. Tirkiye ji bo rêxistinê cîhadî bû baregehek jeopolîtîk û lojîstîkek girîng. Heya vê demê komên selefî marjînal bûn bi carekî de girseyek bi potansiyelek mezin dîtin. Di serî de DAIŞ li Sûriyê û Iraqê girêdayî El Qaîdeyê be jî di nav demê tekiliyek beramber avakir û piştre lê veqetiya. Li Sûriyê operasyonên ku li hember şervanê biyanî de El Qaîdê jî cîh girt û piştî van operasyona li Tirkiyê hemû waizê girîng piştgirî dan DAIŞ’ê.
Tirkiye ji bo DAIŞ’ê deriyê ku vedibe Ewropayê ye û baregehek lojîstîk e. Wekî mînak emîrê DAIŞ’ê û waiz Ebu Ubeyde (Îlyas Aydin) 2014’an de di sohbeteke ku deng hatiye qeyd kirin de bi eşkere sedema “hîcretnekirin a dewleta îslamê” girêdida meşandina xebatên lojîstîk. Di serî de peydakirina şervanê biyanî bi her awayê lojîstîkê DAIŞ a Tirkiyê roleke mezin lîst. Ji Stenbol, Konya, Çewlik, Semsûr û Dîlokê komê mezin piştî îlana hîlafetê bi malbatên xwe ve derbasî heremên di bin qontrola DAIŞ’ê bûn.
Dema DAIŞ herî bi hêz bû tu kesî bawernekir DAIŞê têkbiçe. Di aliyê din jî sedema beşdarbûna DAIŞ’ê herî mezin yek jî şerê DAIŞ’ê bi gelê Kurd re di navbera Tirk û Kurdên îslamparêz de bi propaganda ya Antî-PKK dihat kirin. Di vê navberê de mirov dikare bibêje DAIŞ ji netewperweriyê re girtî ye. DAIŞ a Tirkiyê di vê demê de ji bo jiyankirina xwe ispat bike xwe nîşan da. Li Stenbolê bi girseyî nimêja eydê kir. Lê çawa ku hevî dikir nebû. Di gelek taxên metropola de wê demê ciwanê Kurd ên nû nasîna wan bi çekê re çêbûye DAIŞ tengav kirin. DAIŞ bêgav ma zivirî binê axê.
Di vê navberê de şerê Kobanê dest pê kir. DAIŞ a ku ji xwe pir bawer bû pêrgî gelek têkçûnên leşkerî û siyasî hat. Firoke û teknolojiyên bilind yên dîtir bi tevlîbûna şer têkçûyina DAIŞ’ê dan destpêkirin. Tirkiye jî bi zora dewletên navneteweyî mecbûr ma ku li dijî DAIŞ’ê bi tûndî tevbigere.
DAIŞ’ê di vê sedemê de ji bo parastina axa ku bi dest xistiye banga hîcretê dûbare kir. Hin DAIŞ’iyên li Tirkiyê (bi taybetî Cemaeta Ebu Hanzala) guhê xwe nedan vê bangê. Li ser vê yekê tehdîd û tekfîrkirinên beramberî dest pê kirin. Ebû Hanzala DAIŞ’î ji mizgefta xwe qewirandin. Ebû Ubeydeyê ku di demeke nêz de ji hefsê hat berdan, di tomara dengekî ku belaw kir de Ebû Hanzalayê ku demekê jê re digot mamosteyê min bi ceseret nekirina cîhadê û lîstina cemaetparêziyê rexne kir. Bi demê re DAIŞ’ê sînorê Tirkiyê wenda kir.
Em wisa texmîn dikin ku ji vê demê şûn ve DAIŞ a li Tirkiyê vekişiyaye binê erdê. Temamê DAIŞ’iyên dîlgirtî tînin ziman ku serdemekê ew li sînorê Tirkiyê xwedî tevgera azad bûn. Bê çalakîtiya DAIŞ’ê ya li dijî Tirkiyê jî agirbestê piştrast dike. Ji bilî êrîşekê tenê, hemû êrîşên DAIŞ’ê yên li ser sînorê Tirkiyê Kurd û tûrîst ji xwe re kirine armanc. Bi tevlî bi dehan hucreyên xwe êrîşeke wan tenê jî li dijî dewletê ku wekî tağût dibînin tune ye. DAIŞ’iyên ku hatine zevtkirin tu cezayên mezin negirtine.
Ebû Ubeyde (Ilyas Aydin) cara dawî di sala 2017’an de ji bo ku tevlî şer bibin gazî jin jî di nav de Tirkên li Reqqayê ne dike. Ji tomara deng panîk û bêhêvîtiyeke di nav asta bilind de tê fehmkirin. Diyar dike ku berxwedana li dijî YPG ya ku bajarên di destê DAIŞ’ê de ne yeko yeko distîne pir dijwar e. Dilşad I. ku bi kekê xwe Bengî yê ji zanîngeha Hacettepeyê tevlî DAIŞ’ê bibû û li Baghuzê hatibû zevtkirinê heskesî şaşwaz kiribe jî ev ne yekemîn bû. Berê jî gelek ODTU’yî tevlî DAIŞê bibbûn. Raşit Tugral ku yekî ji vana bû, nivisî bû ki bi tevlî mûhacîrên îdealîst û perwerdekirî jî derdor û merc pir xerab in.
Di vê navberê de hema bêje temamê kesên ku tevlî DAIŞê bûne kesên ku ji cemeatên dîtir hatine berhevkirî ne. Bo mînak Ebû Ubeydeyê li Fatihê ji dayik bûye û Raşît Tûgralê li Sincanê ji dayik bûye Nûrcî (Nurcu) yên kevn in. DAIŞ bi bikaranîna cemaetparêziya li herêmê nizilî ye taxa Hacibayramê ya Enqerê ku gelek şervan ji vê derê berhev kirine. DAIŞ’a ku bi bikaranîna pirtûkxaneyan, çayxaneyan û mizgeftan xwe bi rêxistin dike, piştî têkçûyina xwe ya li Suriyê û Iraqê li Tirkiyê jî vekişiya ye binê erdê. Ji bilî medyaya civakî çalaktiyek ango waizeke wê ya derdikeve pêş nayê dîtin. Gelekê wan li Suriyê û Iraqê hatine kuştin.
Gelekê DAIŞ’iyan dibêjin ku rêyên ku berê vekirî bûn bi operasyonên Reqqa û Mûsilê re hatin girtin û ew di hundir de dorpêçandî mane. Derketina ji hundir bi rîsk û dijwar bû. Cendekê gelek DAIŞ’iyan ji hev parçe bûne û ketine halekî nenaskirî, hinek ji wan jî qet nehatine dîtin.
Tomarên sîcîlê yên rêxistinê bi piranî hatine tune kirin. Lewma her çiqas were texmîn kirin ku gelekê ji wan miribin jî di derheqê aqûbeta hin DAIŞ’iyên ji Tirkiyê çûne de tu agahî tune ne. Berpirsyarê rêxistinê yê Stenbolê Ebû Ubeyde (Ilyas Aydin) ji vana yek e. Ebû Ubeyde ji bo veçirîna torên DAIŞ’ê yên li Tirkiyê mirovekî girîng e. DAIŞ vî kesî ji eniya şer dûr dihêle. Tê zanîn ku di kêlîka dorpêçkirinê de li Reqqayê bû. Hinekên wan didin ragihandin ku teslîmî YPG’ê bûne û hinekên wan jî bi destê qaçaxçiyan bi tevlî malbatên xwe li ser sînorê Tirkiyê teslîmî Qereqolê bûne.
Wekî encam têkçûyina DAIŞ’ê ya di projeya dewletê de bûye sedem ku rêbazên birêxistinî yên kevneşopî biguherîne. Pêwîstiya rêxistinê bi çalakî lidarxistina li Suriyê, Iraqê û Efrîqayê heye. Lênûska Tirkiyê bi sedema pêdeberdena girseya armanckirî ji grûbên dîtir re vê gavê hatî girtin xuya ye.”
ENGÎN CUDÎ