Polîsên dagirker di vekirina Buroya hilbijartinê ya HDP’ê ya li Taxa Berçemê ya Navçeya Qoserê de 7 zarok binçav kirin. Hat diyar kirin ku dê di saetên pêş de zarokan derxin dozgeriya nobedar.
MÊRDÎN – Polîsên dagirker di vekirina Buroya hilbijartinê ya HDP’ê ya li Taxa Berçemê ya Navçeya Qoserê de 7 zarok binçav kirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê di çarçoveya xebatên hilbijartina 31’ê Adarê de li Taxa Berçem a Qosera Mêrdînê buroya hilbijartinê vekir. Di şahiya vekirina buroya hilbijartinê de polîsan mudaxaleyî şahiyê kir û 7 zarok binçav kirin. Zaroken ku temenê wan di navbera 12 salî û 16 salî de bûn Birin Şaxa Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Qoserê. Hat diyar kirin ku polîsan bi hinceta dirûşmeyên di vekirinê de hatine berz kirin mudaxale kiriye û zarok binçav kirine. Hat diyar kirin ku dê di saetên pêş de zarokan derxin dozgeriya nobedar.