Di pêşengtiya Meclîsa Jinên Ciwan ya HDP’ê li Amedê film hate temaşekirin û piştre meş li dijî tecrîda li ser Rêberên Gelan Abdullah Ocalan pêk hat.
AMED – Ji bo piştgiriya çalakiyên grevên biçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberên Gelan Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin, di pêşengtiya Meclîsa Jinên Ciwan ya HDP’ê li Amedê film hate nîşandayin û piştre meşek pêk hat.
Li navçeya Yenişehîrê jinên ciwan li büroya hilbijartinê hatin gel hev û film derbarê berxwedanê temaşe kirin. Piştî nîşandayîna film jinên ciwan li dijî tecrîda li ser Rêberên Gelan Abdullah Ocalan daketin qadan û meşek pêk anîn.
Jinên Ciwan pişt re cûn avahiya HDP ya giştî û Parlamentera Amedê Dêrsim Dag ku li dijî tecrîdê di greva biçîbûnê de ziyaret kirin.