Li Navçeya Hewagê ya Rihayê 3 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin. Her wiha 4 kesên duh li Dersîmê hatin binçavkirin, sewqî edliyê kirin. Her wiha 5 HDP’iyên di 3’yê Adarê de li avahiya HDP’ê ya Bajêr dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvger kirin û hatibûn binçavkirin, îfadeyên wan tên girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Polîtîkayên qirkirina sîyasî ya hikumeta faşîst a Erdoğan û Bahçelî didome. Li Rihayê, Dêrsimê û li Amedê 12 kesên ku hatibûn binçavkirin. Li gundên girêdayî Navçeya Hewagê ya Rihayê serê sibê cendermeyan avêt ser gund û 3 welatî binçavkirin. 4 kesên duh li Dersîmê hatin binçavkirin, sewqî edliyê kirin. her wiha 5 HDP’iyên di 3’yê Adarê de li avahiya HDP’ê ya Bajêr dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvger kirin û hatibûn binçavkirin, îfadeyên wan tên girtin.
Li navçeya Hewagê ya girêdayî Rihayê 3 welatî hatin binçavkirin
Li Navçeya Hewagê 3 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin. Li gundên girêdayî Navçeya Hewagê ya Rihayê serê sibê cendermeyan avêt ser gund û li malan lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerîna li malan cendermeyan Şevket Taş, Gafarî Aslan û Emîn Taş binçav kirin. Hat zanîn her 3 welatî bi hêceta parvekirinên medya civakî hatine binçavkirin û ew birine fermandariya cendermeyan.
4 kes li Dêrsimê hatin binçavkirin sewqî edliyê kirin
4 kesên duh li Dersîmê hatin binçavkirin, sewqî edliyê kirin. Rojnameger Semra Turan jî hêj li Midûriyeta Polîsan a Dersîmê tê rawastandin. Polîsan, duh li Dersimê bi ser mala nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan û gelek kesên din de girt. Polîsan li mala Turan lêgerîn kir û hemû eşyayên li malê serûbin kirin. Piştî lêgerînê Turan hat binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Dersimê. Polîsan di heman operasyonê de Şaredara Berê ya Akpazarê Fadime Çetinkaya, Rêveberê HDP’ê yê berê Hidir Oduncu û Rêveberê DBP’ê Haskar Aytaç binçav kirin. 4 kesên li gel Turan hatin binçavkirin îro serê sibê sewqî edliyê kirin. Lê Rojnameger Semra Turan jî hêj li Midûriyeta Polîsan tê rawestandin.
5 HDP’iyên hatibûn binçavkirin îfadeyên wan tên girtin
5 HDP’iyên di 3’yê Adarê de li avahiya HDP’ê ya Bajêr dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvger kirin û hatibûn binçavkirin, îfadeyên wan tên girtin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û 5 endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 3’yê Adarê de, bi civînek çapemeniyê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Roja ku çalakiyê dest pê kir, bi fermana Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû, polîsan bi ser avahiya HDP’ê de girtibûn û 5 çalekgerên HDP’î bi derban binçavkiribûn.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê endamên HDP’ê de, 4 roj biryara binçavkirinê dabû. HDP’iyên 4 rojin li Miduriyeta Polîsan a Amedê dibin çavan de man, lêpirsîna wan hat destpêkirin û îfade didin. 5 HDP’iyên bi hinceta “Propagandeya rêxistinê kirin” tên sûcdarkirin, li bendêye di saetên pêş de sewqî edliyê bên kirin.