Li gundekî Efrînê, ku di bin dagirkeriya Tirk de ye di teqînekê de leşkerekî Tirk mir. Du çeteyên bi ser rejîma Enqerê ve jî birîndar bûn.
EFRÎN – Li gorî jêderên herêmê vê sibehê li ser rêya gundê Tirindê li cihê kontrolê ya dagirkeran teqînek çêbû.
Di encama teqînê de leşkerekî Tİrk hate kuştin, 2 endamên kome çeteya Firqet El Hemze birîndar bûn.
Hê diyar nebûye bê ka teqîn çilo çêbûye. Kesî teqîn hê li xwe negirtiye.