Bi wesileya 8’ê Adarê roja navneteweyî ya jinên kedkar ên cîhanê Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad daxuyaniyek weşand. Jinên Ciwan ên Azad bang li tevahî jinên ciwan kir ku agirê berxwedanê geş bikin û got bi berxwedanê wê tecrîd bê şikandin, Rêberê Gelan Abdullah Ocalan wê azad bibe.
NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad bi wesileya 8’ê Adarê roja navneteweyî ya jinên kedkar ên cîhanê daxuyaniyek weşand û got ‘werin em bi rihê 8’ê Adarê agirê berxwedanê bilind bikin’.
Jinên Ciwan ên Azad bang li tevahî jinên ciwan kir ku agirê berxwedanê geş bikin û got bi berxwedanê wê tecrîd bê şikandin, Rêberê Gelan Abdullah Ocalan wê azad bibe.
Peyama Jinên Ciwan ên Azad ji bo 8’ê Adarê wiha ye:
“Di sedsala 21’mîn em wek gelê Kurd û tevahî mirovahî di serdemek dirokî de derbas dibin. Li ser xaka Kurdistanê û Rojhilata Navîn hemû hêzên emperyalîst ji bo ku hegemonya xwe jinûve saz bikin nû dîzaynkirina Rojhilata Navîn kirin hedef û armanc. Bi her cureyan ev şer tê meşandin û di şexsê civaka Kurd hemû gelên Rojhilata Navîn bi talan, mêtingeh, asîmîlasyon û qetilaman re rû bi rû maye. Di hemû şeran de destpekê jin dibe hedef û mexdurê şer. Bingeha pergala baviksalarî li ser hîmê hismendiyek talanker û tecawiz pêk tê. Di asta yekemîn de jinên ciwan wek beşê civake yê herî dînamîk, dibe hedef.
Bi derketina mimarê azadiyê Serok Apo û têkoşîna ku ev zedetirî 50 salî Rêber Apo ji bo hebun û azadiya gelê Kurd dimeşînin li ser bingeha civakek demokratîk, ekolojîk û wek navend azadiya jin esas digre, darbeya mirinê li levîathanê ku li ser tevahiya gerdûnê hucreyen xwe belav kiriye, daye. Di 20 min salvegera Komploya navdewletî li ser Rêber Apo tecrîda girankirî berdewam dike. Ev tecrîd di serî de li ser jinên ciwan, gelê Kurd u tevahî gelên ku fikir û ramanê Rêber Apo ji xwe re hevîya jiyanek nû dibinê tê mesandin. Bi saya Rêber Apo me wek jinên ciwan rastiya rûyê qirej yê canda tecawîz û baviksalarî naskir. Bi naskirina dirok, îrade, bawerî û hêza xwe me meşaleya berxwedanê hilgirt û dest bi têkoşînê kir.
Îro di pêşengtiya Leyla Guven ku ji bo me xeta jina berxwedêr, xeta pêsengtî u rihê demê xwendin temsil dike, greva birçîbûnê ya bêdem u bêdorveger ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo da destpêkirin û di roja 120’min de ye. Leyla Guven yek ji xelekên agir li derdora Rêber Apo zêde kir û çembera vî agirê berxwedanê li tevahiya cihanê belavkir. Wek tevgera jinên ciwan li vê sekn û berxwedanê xwedî derketin erkê me ya sereke ye.
Em 8’ê Adarê, roja jinên kedkar ê cihanê di serî de li Rêber Apo, di şexsê Leyla Guven hemû çalakgerên greva biçîbûnê, li hemû jinên Kurd û tevahî cihanê piroz dikin. Di serî de em bang li Jinên Ciwan ên Kurd û gistî cihanê dikin ku bi rihê Rozayan, Sarayan, Zilanan, Berîtanan û Leylayan li erka xwe ya dirokî xwedî derkevin û ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber APO têkoşîna xwe bilindtir bikin. Werin em roja 8’ê Adarê li hemû qadên jiyanê veguherînin qadên têkosînê û serhildanê. Werin em bi rihekî hevpar agirê berxwedanê mezintir bikin û bi reng û dînamîzma jinên ciwan tevlî çalakiyên 8’ê Adarê bibin.“
Jinên Ciwan ên Azad peyama xwe bi sloganên ‘Bimre pergala Baviksalarî’,’ Bimre Faşîzm’,’Bijî Berxwedana Jinên cîhanê’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî kir.