Bi fermana Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû, polîsan bi ser avahiya HDP’ê de girtibûn û 5 çalekgerên HDP’î bi derban binçavkiribûn. Her 5 HDP’î 4 roj şûnde îfaden dan û sewqî Edliya Amedê hatin kirin. Dadgehê, bi şertê kontrolê HDP’î berdan.
AMED – 5 HDP’iyên di 3’yê Adarê de li avahiya HDP’ê ya Bajêr dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvger kirin û li ser fermana Soylû hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û 5 endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 3’yê Adarê de, bi civînek çapemeniyê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Roja ku çalakiyê dest pê kir, bi fermana Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû, polîsan bi ser avahiya HDP’ê de girtibûn û 5 çalekgerên HDP’î bi derban binçavkiribûn. Her 5 HDP’î 4 roj şûnde îfaden dan û sewqî Edliya Amedê hatin kirin. Dozger îfadeyên Sevîcan Yaşar, Salih Tekîn û Bîlal Ozgezer girtin û serbest berdan, Îsmet Yildiz û Salih Cansever jî bi şertê kontrola edlî sewqî dadgeha nobedar kirin.
Dadgehê, bi şertê kontrolê HDP’î berdan.