Ji Amûdê hin jî bêhna zarokên Kurdan ên şewitî tê. Îro li qada şoreşê li Rojava ev qetlîamên ku rejîma Sûriyê pêk aniye ne hatine jibîrkirin. Li hemberî vê hovîtiyê jiyana ku bi şoreşê li Amûdê ava buye li bîranînên zarokan xwedî derdikeve.
AMÛDÊ – Salname 13’ê Mijdara 1960 nîşan dide. Nêzî 500 zarokên Rojavayî cara yekem diçin sînemayê. Ji bo piştgirîya Şoreşa serxwebûna Cezayirê fîlmekî bi navê Cerîmet Nisif el-Leyl “Cerîmeya Nîvê Şevê” ji alîyê dewleta Misirê ve hatibû çêkirin û li sînemaya Amûdê 500 zarokên Kurdan li bendê bûn ku film temaşe bikin. Dema film dihat temaşe kirin agir bi perda sînemaye dikeve. Mamosteyên zarokan ji wan re gotibû ji cihê xwe ranebin. Agir di demek kin de zarokan dorpêç dike, û qirîna zarokan destpê dike. Leşkerên li ber deriyan, hemû deriyan kilît kiribûn û ne dihişt kes derkeve derve. Gel jî dema agir dibine direvin cihe sînemayê. Xûşka Mehmet Said Axayê Deqorî bi navê Dilşa dema agir dibine xeberê dide wî. Mehmet Said Axayê Deqorî dema xeberê digre, diçe sînemayê. Deriyê sînemayê dişkine û xwe davêje nav agir. Mihemedê Seîd Axa dest bi derxistina zarokan dike. Dilşa dema zarokên Mihemedê Seîd Axa dibine ji wî re dibeje, êdî neçe nava agir, ma tu nabine agir gihiştiyê heta textê, agir bi tevahî sînemayê ketiye, ew ê bi ser te de hilweşe. Dilşa; Ger tu li zarokên xwe digre, way li vir in.
Mihemedê Seîd Axa dizivire Dilşa û dibeje; “Ji bo xwedê wan gotinan ji min re nebeje, heta ku dengê zarokên kurdan were, ez ê biçim nav agir. Xwedê dizane, ez neketime derdê zarokê xwe, hemû zarokên li hundir zarokê min in”. Mihemedê Seîd Axa dema dixwaze 7 zarokan xelas bike, demirê banî hildiweşe ser wan. Mihemedê Seîd Axa teva 283 zarokan di sînemaya Amûdê de dişewitîn û jiyana xwe ji dest didin.
Li ser qetlîama sînemaya Amûdê tam 59 sal derbas buye. Gelek helbestvan di helbestên xwe de, dengbêj di kilamên xwe de, nivîskar di romanên xwe de cih daye vê şewatê, û li gorî heneka ji ber têkiliyek elektrîkê ev agir derketiye. Henek kes jî dibeje ji ber Kurdan piştgirî daye têkoşîna serxwebûna Cezayîr ji milê rejîma Sûrî ve hatiye ‘cezakirin’ û ji ber vê agir derxistiye. Ji ber yek teknîsyenên sînemayê jî jiyana xwe ji dest nedaye, û li hemberî wan lêpirsîn ne hatiye vekirin fikradina ku agir bi zanebûn hatiyê derxistin bi hêztir dike. Di agirê ku sedema wê naye zanîn li gorî rekamên fermî 206, li gorî hin çavkaniyên din 283 kes jiyana xwe ji dest daye.
Ji Amûdê hin jî bêhna zarokên Kurdan ên şewitî tê. Îro li qada şoreşê li Rojava ev qetlîamên ku rejîma Sûriyê pêk aniye ne hatine jibîrkirin. Li hemberî vê hovîtiyê jiyana ku bi şoreşê li Amûdê ava buye li bîranînên zarokan xwedî derdikeve. Ev yek jî dîsa nîşan dide ku kes nikare Kurdan ji şoreş û serxwebûna wan dûr bixe û Kurd dev ji şoreş û serxwebûna xwe bernade.
NC / FERAŞÎN SÎDAR