Bi ruhê berxwedana Jinên Ciwan em ê tucarî ji sistema desthilatdare nehêlin ku lîstokên xwe yên qirêj li ser me bimeşînin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ya ku jiyan afirand, civakbûyîn çêkir, mirovahî ji taritiyê ber bi ronahiyê ve derxist, bi awayeke giştî bi xebatên civakê rabû, ya ku ziman, huner û zanist pêşxist jin e.
Lê îro ya ku bê ziman, bê zanist, bê huner û bê dîrok maye, dîsa jî jin e. Ji bo azadiya xwe ji nû ve destgirtinê em bizivirînin cewhera xwe, cihê ku me nirxên xwe wenda kiriye, em ê ji nû ve vegerin wir. Mirov bi hesreta maye ku vegere wekheviyê. Bi Amargî têkoşîna jinê destpêkir û bi Amargî re berdewam dike.
Stêrkên berxwedanê ji destpêka mirovahiyê ve li ser ezmana azadiyê dibiriqin. Heta roja me ya îro ronahiya wan berdewam dike.
Yên ku ji bo şoreşa jinê û parastina gelê xwe heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer kirin. Da ku dîroka desthilatdarî bizîvirîn dîroka jinê, dîroka gelên ku hatine bindestkirin, dîroka mirovahiya ku xwe ji wê desthilatdariyê xilas bike, mîna Leyla Şaylemez û Axîn Mahîr Dijle ne.
Di berdewamiya vê de têkoşîna jinên Ciwan ên azad belav bûye, xwe bi rexistin kiriye û xwe gihandiye asteke nû; Jin daxwazên xwe ji bo mafên xwe yên siyasî û civakî, yên aborî û perwerde, yên tendirustî û xwebûnê birojev kirine û bûne hêzeke pêşeng di şoreşên cîhanê de.
Yek ji wan bûyêran jî 8‘ê Adara 1857‘an e. Li bajarê New Yorkê ya Emerîkayê 123 jinên karker li hemberî kedxwariya kargehan rabûn ser piyan. Di êrîşa hovane ya desthilatdaran de bi zindî di kargehê de hatin şewitandin. Ji bo berdewam kirina tekoşîna wan jinan, di sala 1910’an de bi pêşniyara jina sosyalîst Clara Zetkîn’ê roja salvegera komkujiya jinên têkoşer û kedkar wekê ‚Roja Jinên Kedkarên Cîhanê‘ hatiye ragihandin.
Bi mîrasa dîrokî û ya 8’ê Adarê ve ji sala 2012‘an û pê ve li Bakûrê Sûriyê şoreşa jinê pêk tê. Projeya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya jin li ser vê axê şênber dibe. Gelê azadîxwaz dest bi dema xwe kiriye. Ew bi xwe rojevên xwe diyar dikin, vîna xwe derdixin û jiyaneke komînal li ser riya azadiyê ava dikin. Kok û xurtbûna vê şoreşê ev hêz û çanda Jinên Ciwan e.
Wekî jinên Ciwan ên cîhanê yên ku em di riya azadiyê de dimeşin, em ê tu caran nehêlin ku sistema kapitalist lîstokên xwe yên qirêj li ser me bimeşîne. Em ruhê berxwedana niha û ji bo gihandina pêşerojê di fikir, ziman û çalakiyên xwe de zindî bikin.
Di roja 8‘ê Adara 2019‘an de em ê cîhana desthilatdaran bi dengê xwe bihejînin. Em ê bi pir rengî û yekdengî tekoşîna xwe mezintir bikin dijî zihniyeta baviksalarî.
NC / NUDA ELEFTERİYA