Desteya Dîsîplînê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (PFDK), der barê lîstikvan û qapîtanê Amedêsporê Mansûr Çalar de biryara heta hetayê menkirina ji futbolê dabû. Alîgirên Amedsporê, biryara PFDK’ê protesto kirin.
AMED – Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê, lîstikvanê Amedsporê Mansûr Çalar ji futbolê men kir.
Lîstikvanê Amedsporê Mansûr Çalar ku di maça bi Sakaryasporê de, bi êrîşên nijadperestî re rû bi rû mabû, ji aliyê Desteya Dîsîplînê ya Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê, ji fûtbolê hate menkirin. Hate diyarkirin ku Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê, 25 hezar lîra ceza jî li Çalar biriye.
Hate diyarkirin ku di heman maçê de 15 hezar lîra ceza li Amedsporê, li lîstikvanê Amedsporê Mûhlîs Îstemî cezayê dûrxistina 5 maçan û 3 hezar lîra, li Mûhammed Alî Ozdemîr jî cezayê dûrxistina 4 maçan û 2 hezar û 400 lîra ceza hatiye birîn.
Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê berê jî lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî ji fûtbolê men kiribû. Alîgirên Amedsporê, biryara PFDK’ê ya der barê qapîtanê Amedsporê Mansûr Çalar de îşev li kolanan protesto kirin.
Desteya Dîsîplînê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (PFDK), der barê lîstikvan û qapîtanê Amedêsporê Mansûr Çalar de biryara heta hetayê menkirina ji futbolê dabû. Alîgirên Amedsporê, biryara PFDK’ê li kolanên Amedê protesto kirin.
Alîgiran li bajêr bi awayekî konvoyî tûr avêtin û biryara PFDK’ê şermezar kirin. Di dema tûravêtinê de alîgiran dirûşmeyên “Mansûr Çalar rûmeta me ye” û “Amedê ranezê xwedî li tîma xwe derkeve” berz kirin.
Her wiha di dema protestokirinê de wesayîtên di rê de jî bi qorneyê piştgirî dan çalakiya alîgirên Amedsporê.