Hêzên Rizgariya Efrînê li ser rêya Tirindê çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî Tirk û 2 çete hatin kuştin.
EFRÎN – Hêzên Rizgariya Efrînê li ser çalakiyê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir, “7’ê Adarê li ser rêya Tirindê ya ser bi navenda Efrînê, li dijî nuqteyeke kontrolê ya ku leşker û endamên koma terorîst a Firqet El Hemzat lê bûn, şervanên me çalakiyeke sabotajê kirin. Di encamê de leşkerek û 2 terorîst hatin kuştin, 2 terorîst jî birîndar bûn. Di encama çalakiyê de nuqteya komtrolê bi giranî îmha bû.”