Li bajarê Silêmaniye 8’ê Adarê roja jinan a cîhanê hat pîroz kirin. Jinên Gencanî Têkoşer Pîrozbahî bi vekirina standa ku bi berhemên jinê hatibû çêkirin dest pêkir.
SILÊMANIYE – Li bajarê Silêmaniye 8’ê Adarê roja jinan a cîhanê hat pîroz kirin. Jinên Gencanî Têkoşer pîrozbahî bi vekirina standa ku bi berhemên jinê hatibû çêkirin dest pêkir, bi dehan rêxistinên jin beşdarî vê pirozbahiyê bûn.
Di standa ku Jinên Gencanî Têkoşer bi pirtukên Sakîne Cansiz û Rêberê Gelan Abdullah Ocalan amade kiribûn de, ji aliyê Rêxistina Jinên Gencanî Têkoşer ve pirtuk hat belav kirin.
Piştre ahengekî hûnerî hat pêşkêş kirin, bi beşdariya hûnermend Hanî û komên Çand û Hûner, bi gerandina govendê pîrozbahî bi dawî bû.