Meclîsa Jinên Ciwan ya HDP’ê li Amed li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya nivîsandê pêk anî.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li AmedÊ Meclîsa Jinên Ciwan ya HDP’ê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Û ji bo piştgiriya çalakiyên grevên biçîbûnê çalakiya nivîsandê pêk anî. Jinên Ciwan li gelek cihî dirûşmeyan nivîsandin.
Nivîsên wek “Leyla Guven rumeta meye”,”Jinên Ciwan di greve de, li dijî faşîzmê di nava berxwedanê de ne”,”Jin Jiyan Azadî” û “Şer Dike Azad Dibe, Azad Dibe Bedew Dibe, Bedew Dibe Tê Hezkirin” li gelek cihan hate nivîsandin.