Rêxistina Jinên Ciwan yên Têkoşer bi daxuyaniyekê bang li hemû Jinên Ciwan ên Başûrê Kurdistanê kir, daku li hemberî hemû êrîşan xwe bi rêxistin bikin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku berxwedana jinên berxwedêr ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêvî.
NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Jinên Ciwan yên Têkoşer bi boneya 8’ê Adarê roja jinên kedkar yên cîhanê daxuyaniyek nivîskî belav kirin.
Di destpêka daxuyaniyê de jinên ciwan roja 8’ê Adarê di kesayeta Roza Luksemborg, Arîn, Viyan û Avestayan de li hemû jinên têkoşer pîroz kirin. Her wiha jinan 8’ê Adarê li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pîroz kir û gotin ku Ocalan pêşengê felsefeya jiyanek azad ji bo jinan ava kiriye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di roja me ya îro de bi hemû awayek êrîşên modernîteya kapîtalîzm li ser jinan pêk tê. Li hemberî vê em silavan li berxwedêrên li hemberî sîstema kapîtalîzm û faşîzmê dikin û em berxwedana wan bilind dibînin. Ev 5 hezar sale ji aliyê hêzên dagirker ve hemû êrîş li ser jinan hatiye kirin. Çi kuştin, şewitandin, destidirêjî û bê mafî be. Hemû êrîş hatiye kirin. Heya niha jî ev êrîş dewam dikin û jin dibin qurbanê vê zihniyetê.”
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku îro berxwedana jinên ciwan yên têkoşer gihiştiyek asta fikir, felsefe, siyasî û bi îradeyek bi bawer têkoşînê bi ser dixin.
Daxuyanî wiha bi dawî dibe: “Em weke tevgera Jinên Azad li ser şopa têkoşîna Roza Luksemborgan û berxwedêrên din tev digerin. Ev têkoşîn bûye hêviyek ji bo jinên hemû cîhanê. Em bang li Jinên Ciwan yên Başûrê Kurdistanê dikin da ku li hemberî hemû êrîşan xwe bi rêxistin bikin.”