Ciwanên Maînz, Frankfurt û Darmstad li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bilindkirina çalakiyên greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven pêşengî dike çalakîyekî bêîteatiya sîvîl hate kirin.
MAÎNZ- Ciwanên Kurd û jinên ciwan bi enternasyonalîstan Antîfa Enternasyonal li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bilindkirina çalakiyên greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven pêşengî dike çalakîyekî bêîteatiya sîvîl kirin. Di çalakiyê de pankartekî a 7 metreyan hate vekirin û fîşengên hewayî hate vêxistin.
Her wiha ciwanan dirûşmên “Xwesteka Leyla Guven xwesteka me ye” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Ciwanan got ku heya tecrîd rabe ew ê her tim di nav çalakiyê de bibin.