Girtiyên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, diyar kirin ku di encamê de mirin jî hebe dê dest ji daxwazên xwe bernedin û gotin ku daxwazên wan zelal e ew jî rakirina tecrîdê ye
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Qeyseriyê, girtiyên jin Bêrîvan Bîtmen, Maşallah Erbey û Merge Polat ên di 5’ê çileyê de û girtiyên bi navê Sînem Oguz, Yazgul Şahîn û Yaprak Taşçi yên di 25’ê çileyê de, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin, bi rêya malbata xwe banga hestiyariyê li raya giştî kirin û xwestin hemû kes bibe dengê berxwedana wan.
‘Em ê bi serkeftinê tacîdar bikin’
Malbatên di 5’ê adarê de, li girtîgehê hevdîtin bi zarokên xwe re kirin, da zanîn ku girtî bi zorê xwe li ser pêyan digirin, pir zêde kîlo winda kirine û laşê wan qalik digire. Girtiyên jin bi rêya malbatên xwe derbarê rewşa xwe de ev agahiyan dan: “Ligel pirsgirêka tansiyonê, nebza me heya 60’an ketiye. Şekirê me pir kêm bûye. Vîtamînan baş nadin me. Bi awayekê keyfî rojnameyan nadin. Di 1’ê Adarê de, hemû hevalên me yên din jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Moralê me bilind e. Em ê vê çalakiya xwe bi serkeftinê tacîdar bikin. Çalakiya me mafdar û meşrû ye. Em berxwedan û çalakiyek mafdar û meşrû bi rêve dibin. Her ku diçe çalakiya me, mezin û berfireh dibe. Divê hemû beşên civakê piştgirî bidin vê çalakiya me. Heta ku Ocalan azad nebe û daxwazên me neyên qebûl kirin, em ê dest ji çalakiya xwe bernedin. Em ê qezenc bikin. Em jiyanekê bê Ocalan qebûl nakin. Divê hem malbatên me û hem jî raya giştî deng bidin vê berxwedana me. Di encamê de mirin jî hebe, em ê tu carî dest ji daxwazên xwe bernedin.”
‘Ji bo berxwedanê em dereng jî man’
Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de ye jî Kemal Irmak e. Irmak, di sala 1992’yan de li bajaroka Rustemgedîk a Kopa Mûşê hatiye dinê û di sala 2015’an de jî hatiye girtin. Irmak, di sala 2012’yan de jî di greva birçîbûnê ya li girtîgehan de cih girtiye û 58 rojan di greva birçîbûnê de maye. Niha li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê 75 roj in di greva birçîbûnê de ye. Irmak derbarê grevê de nameyek şand û diyar kir ku ji bo berxwedanê ew dereng jî mane.
Irmak anî ziman ku niha serêşî, bêhalî lê peyda bûye û diyar kir ku xwê, karbonat, vîtamîna B1 û maskeyê nadin wan û bijîşk jî ji bo muayeneyê nayên qawîşan û tenduristkar jî kengî bixwazin tên.
Di nameya xwe de Irmak da zanîn ku piştî wan dest bi greva birçîbûnê kirine malzemeyên hijyenîkê li kantînê nayên firotin û wiha got: “Ji ber terazî hesas e û zemîne ne guncav e, em nikarin xwe baş biwezinînin. Dibe ku pir zihîf bûbim, lê li gor mêzêna niha 13 kîloyan zihîf bûme.”
‘Em dereng man’
Irmak têkildarî çalakiya xwe destnîşan kir ku tenê daxwazek wan heye û ji bo wê li ber xwe didin û ev nirxandin kir: “A rast ji bo berxwedanê em dereng jî man. Niha li dijî hemû nirxên gelê kurd êrîş û îmhayek heye. Ev êrîş herî zêde li Îmraliyê pêk tên. Abdullah Ocalan, yekpareyiya nasname û pergalekê ye. Rêberê hemû bindestan, hemû gelên nasname û azadiya wan hatiye binpêkirin e. Ev tecrîd û îşkence badilhewa bi salan nayê kirin. Di heman demê de ev polîtîka berdewamiya komployê ye jî. Armanc ew e ku gelê Kurd, ciwan û jinên kurd bê rêber bihêlin. Jiyaneke bêyî Rêber, koletî ye. Me tu carî ev yek qebûl nekir. Em ê nekin jî. Ji bo ev bi dawî bibe, divê tecrîd bê şikandin. Di vî warî de em dereng jî mane. Divê em bi şikandina tecrîdê xwerexneya vê yekê bidin. Loma me dest bi vê berxwedanê kir. Piştî daxwaza me bê qebûlkirin, em ê çalakiya xwe bi dawî bikin. Daxwaza me zelal e. Divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe, di warê fizîkî de divê ji bo jiyaneke azad şert û mercên wî bên başkirin. Ji bilî vê wê tu taktîk, nêzîkatî û bangawazî nikaribin çalakiya me bi dawî bike. Bedêl çi dibe bila bibe, em amade ne. Lê teqez em ê bi ser bikevin. Di vî warî de baweriya me xurt e. Ev meş, meşa ber bi serketineke mezin e. Wê bi serketinê bi encam bibe. Dê tecrîd bişikê û faşîzm bişikê.”
Her wiha Irmak di dawiya nameya xwe de bang li herkesî kir ku bi hev re bêdengiya li dijî tecrîdê bişikînin.