Li hemberî malpera ANF’ê êrîşên sîber pêk tê.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ajansa Nûçeyan ya Firatê (ANF) di Twittera xwe a fermî de ragihand ku êrîşek mezin ya sîber li hemberî wan pêk tê. ANF peyama ku ragihanda azad bê deng namîne da. Malpera ANF’ê di wan kêliyan venabe.
Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), di sala 2005’an li ser internet bi nivîs, suret û dimênan dest bi xebatên xwe kiriye. ANF bi giştî bi 7 zimanan weşan dike. Bi Kurdî, lehçeyên Kurmancî, Kîmanckî û Soranî, bi Îngîlîzî, Tirkî, Erebî, Elmanî, Rusî, Espanyolî, û Farsî ANF nûçeyên xwe parvedike.