Piştî bi dawîbûna ultîmatoma ku QSD’ê ji çeteyên DAIŞ’ê re diyar kiriye da ku ji gund derkevin û xwe radest bikin, QSD’ê ragihand ku dê operasyonên xwe yên li Baxozê berdewam bikin.
DÊRAZOR – Di çarçoveya “Şerê Tunekirina Teror’ê” QSD ragihandin ku wan di saet 18:00’an, di vê êvarê de jinûve operasyonên xwe yên leşkerî li Baxozê destpê kiriye.
Çankaniyek leşkerî diyar kir ku QSD’ê piştî bidawîbûna ultîmatoma ku ji çeteyên DAIŞ’ê re diyar kiribû da ku tevî malbatên xwe ji gundê derkevin û xwe radest bikin, operasyonên xwe ji bo rizgarkirina Baxozê ji çeteyên DAIŞ’ê jinûve destpê kiriye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku QSD’ê di 1’ê Adarê de destpêkirina pêngava dawîn a rizgarkirina gundê Baxozê ragihandibû. Piştî demekê di eniyekê de da ku rê ji bo derketina çeteyan û malbatên wan ji gund çêbibe û xwe radestî QSD’ê bikin, operasyonên QSD’ê hatibûn rawesatandin. Li ser wê bi hezaran ji endamên DAIŞ’ê û malbatên wan ji gund derketin. Lê hîna jî hindek çete derketina ji gund red dikin.