Li gundê Qelat yê ser bi navçeya Mexmûrê ciwanek ji aliyê leşkerên Iraqê ve hate kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gundekî nêzî navçeya Mexmûr ciwanek Kurd ji aliyê leşkerên Iraqê ve hate kuştin.
Danê êvarê li gundê Qelat yê ser bi navçeya Mexmûrê ciwanek ji aliyê leşkerên Iraqê ve hate kuştin.
Têkildarî bûyerê serçaveyek ji navçeya Mexmûr ku nexwest navê wî were eşkere kirin, ji Rojnews’ê re got: ” Di saetên êvarê de ciwanek niştecihê navçeya Mexmûr bi navê Zahir Umer (23) dema ku li gundê Qelat mijûlî komkirina gumbelanan bû, leşkerên Iraqê fîşek berdanê û li cihê bûyerê jiyana xwe ji destda.”