Meclîsa Ciwanên Rêzan ya HDP li kolana Şêx Şamil li bûroya hilbijartinê kurte filmek temaşe kirin.
AMED – Li navçeya Amedê li Rêzanê Meclîsa Ciwanên ya HDP’ê li bûroya hilbijartinê hatin gel hev û kurte filmek temaşe kirin. Ciwanan filmê bi navê “Tu kiyi o mirov” temaşe kirin. Gelek welatî jî beşdarî vê pêşandanê bûn.
Dema film dihat temaşe kirin li kolanê gelek polîsên hêza çevîk bi busa, toma û wesayitên zirxî kombûn û kolanê xiste bin ablûkayê. Polîsên dagiker ku dixwaztin pêşandanê asteng bike bi berxwedana ciwanan gav şunde avet. Piştî pêşandana film ciwanan film nirxandin. Ciwan daketin kolanê bi govend û avêtina sloganan çalaki hate bidawî kirin.